'Berxwedana zindana xwedî mîraseke kevnar e, divê gel xwedî lê derkeve'

Rewşenbîran diyar kir ku berxwedana girtiyên PKK'ê xwedî mîraseke kevnar e û ji bo misogerkirina mafên gelên bindest tê meaşandin.Her wiha bang li gelê Kurd û rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin û destekê bidin daxwazên girtiyan.

'Berxwedana zindana xwedî mîraseke kevnar e, divê gel xwedî lê derkeve'
19 sibat, 2021   08:59
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, girtiyên ji doza PKK`ê û PAJK`ê ji 27`ê Mijdara 2020`an ve di greva birçîbûnê de ne.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî girtiyan sûcan pêk tîne, ji wan paşguhkirina tenduristiya wan, danûstandina xirab, qedexeya hevdîtina bi malbatan re, zextên derûnî û qedexeya derbaskirina dermanan ji nexweşan re. Her wiha agahî ji girtiyan nayên girtin, pêwîstiyên kesayetî nayên dabînkirin û tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê nayên girtin.

Nivîskar û rxenegir Ebdullwehab Pîranî got girtiyên siyasî hewcedarî hevgirtin û piştgiriya derve ne, da ku zextê li dadgehên navneteweyî bike ku der barê zextên li dijî girtiyan helwestekê nîşan bide.

Pîranî destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê mafên girtiyan bin pê dike û gihaşt wê astê ku rûmeta girtiyan jî bin pê bike.

Pîranî her wiha diyar kir ku daxwazên sereke yên girtiyan rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û rakirina zext û sûcên li ser  girtiyên siyasî ye.

Pîranî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Barê herî giran dikeve ser milê rewşenbîran, ji ber ku wijdanê netewe û gelê bindest in ku sûcên dagirkeriya Tirk eşkere bikin. Divê peywendiyên xwe bi rewşenbîrên cîhanê re çêkin da ku li dijî van sûcan bisekinin."

Nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên siyasî û gelê herêmê erka xwe bi cih bînin.

Nivîskar Nûrî Derwîş jî destnîşan kir ku berxwedana girtiyên siyasî yên PKK`yî û PAJK`yî awayek ji awayên berxwedana mezin e ku li ser asta cîhanê hate naskirin.

Derwîş bi domdarî got: "Berxwedana girtiyan xwedî mîraseke dîrokî ye û ji berxwedana Mezlûm Dogan û hevrêyên dest pê kir heta berxwedana Ferhad Kortay yê ku tîrêjên şoreşê vêxist û di 15`ê Tebaxa 1984`an guleya yekemîn teqand dewam kir. Piştre berxwedana Sakîna Cansiz hate raberkirin û niha jî berxwedana girtiyên siyasî ya di girtîgehên artêşa Tirk de raber dibe."

Nûrî Derwîş da zanîn ku berxwedana girtiyan ji bo misogerkirina mafên gelên bindest ên Rojhilata Navîn û ji bo tehrîkkirina raya giştî ye da ku li hemberî sûcên dewleta Tirk erka xwe bi cih bîne.

Di dawiyê de Nûrî Derwîş bang li gelê Kurd û gelên din kir ku piştgiriya hemû girtiyên siyasî bike û destekê bidin daxwazên wan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RWqdPkaWpZk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>