Rojnameyên erebî: Iraq li ber krîzekê bi dewleta Tirk re ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî dosyaya Lîbya, civîna çar alî ya welatên Ewropayê, dosyaya Iraqê û destwerdanên dewleta Tirk nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Iraq li ber krîzekê bi dewleta Tirk re ye
19 sibat, 2021   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

'EL-DEBÎBÊ TÊKILIYÊN WELATÊ XWE BI MISIR Û TIRKIYÊ RE HEVSENG DIKE'

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: "Serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî duh pênşemê serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbê pêşwazî kir. El-Debîbê bi serdana xwe hewl dide nameyekê aramiyê bide Qahîreyê û metirsiyên wê ku Lîbya bi aliyê Enqereyê ve hatiye kişandin, bi dawî bike.

Çavdêrên rewşê dibînin ku El-Debîbê dixwaze hevsengiyekê di navbera hemû aliyên di rewşa Lîbyayê de çalak in, çêbike û naxwaze ku krîz di navbera welatê wî û Misirê de derkeve.

Di hevdîtinê de serokê Misirê Sîsî tekez kir ku welatê wî dê piştgiriya gelê Lîbyayê bidomîne û piştgiriyê bide aştî û îstiqrarê."

WELATÊN ROJAVAYÎ LI SER PÊŞÎGIRTINA PÊŞXISTINA "ÇEKÊN NUKLEERÎ" LI HEV KIRINE

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî di hejmara xwe ya îro de behsa civîna ewropî ya têkildarî peymana nukleerî ya Îranê kir û wiha nivîsî: "Brîtanya, Fransa, Almanya û DYA`yê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku ew piştgiriyê didin peymana qedexekirina belavbûna çekên nukleerî û naxwazin ku Îran bi carekê çekên nukleerî bi dest bixe. Welatên navborî tekez kirin ku armanca wan a sereke ew e ku Tehran berpirsiyariyên xwe bi temamî pêk bîne.

Wezîrên derve yên her çar welatên rojavayî fikarên xwe li ser binpêkirinên Îranê ji peymana nukleerî re anîn ziman û bang li Îranê kirin ku tu tedbîrên din pêk neyne.

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf ji aliyê xwe ve helwesta Ewropayê rexen kir û bi tiwîttekê got: "Li şûna ku loman ji Îranê dikin, divê her sê aliyên ewropî û YE`yê berpirsiyarên xwe pêk bînin û banga bidawîkriina mîrasê Trump ê têkildarî terora aborî li dijî Îranê, bikin."

GELO DIBE KU BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK JI SERWERIYA IRAQÊ RE RAGEŞIEYIYEKE NÛ DERXE?

Rojnameya El-Beyan jî behsa pêşeroja têkiliyên di navbera Enqere û Bexdayê de kir û wiha nivîsî: "Xuya ye ku têkiliyên Enqere-Bexdayê dê dîsa aloz bin, nexasim li gel rageşiya dewleta Tirk li Iraqê û serhildana xelkê Iraqê li hemberî destwerdanên wê di kar û barên welêt de.

Rojnameya destnîşan kir ku çavnebariyên serokkomarê Tirkiyê li Iraqê êdî zelal in. Piştî ku serokatiya Tirkiyê nexşerêyek belav kir û tê de baregehên wan ên leşkerî li xaka Iraqê diyar dibû. Vê yekê gelê Iraqê bi hêrs kir, ku êdî piştrast kirine ku Erdogan dixwaze li ser hesabê serweriya wan û xaka wan belav bibe û çavê xwe berdana xêr û bêrên welatê wan.

Duh, çavkaniyekî ewlekariyê yê Iraqê ragihand ku li pêş balyozxaneya dewleta Tirk li Bexdayê xwepêşandanan dest pê kiriye.

Malpera Sumeriyê News li gorî çavkanî ragihand ku gel li pêş balyozxaneya dewleta Tirk a li Bexdayê,li dijî êrişên dewleta Tirk li xaka Iraqê derketiye xwepêşandanê.

 

 

Ew yek Piştî têkçûna Erdogan di operasyona leşkerî ya li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê de û kuştina 13 endamên wan ên dîlgirtî û eşkerekirina derewên Erdogan ku gotibû leşkerên wan bi destê PKK`ê hatine kuştin, pêk hat.

Hikumeta Iraqê di Adara borî de li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Iraqê gelek tedbîr girtibûn û biryar da ku rayedarên Tirk li ser xaka Iraqê pêşwazî neke.

Wê demê, Iraqê serdanên rayedarên Tirk qedexe kiribû û dergehên sînorî û balafirgeh li pêş Tirkan girtibû.

(cx)