Dibe ku lihevkirina Sûrî – Îsraîlê ya pevguhartina dîlgirtiyan bi bin bikeve

Her du dîlgirtiyên sûrî Nîhal El-Meqit û Ziyab Qehmoz şertên ku Îsraîl ji bo serbestdana wan li hember serbestberdana welatiyeke Îsraîl li Sûriyê red kirin.

Dibe ku lihevkirina Sûrî – Îsraîlê ya pevguhartina dîlgirtiyan bi bin bikeve
18 sibat, 2021   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera "I24 news" a Îsraîlê lihevkirina Îsraîl û Sûriyê ya bi sponseriya Rûsyayê ji bo temamkirina lihevkirina serbestberdana welatiya Îsraîlê ya Sûriyê li beramberî serbestberdana du dîlgirtiyên sûrî li gel Îsraîlê dibe ku bibin bikeve.

Her wiha malperê ragihand ku dîlgirtiyên bi navên Nîhal El-Meqit û Ziyab Qehmoz ev şert red kirin û piştrast kir ku her du lihevkirina ku wan bi dûrî bajarokê wan Colan ê Sûriyê bixin, red dikin û ew dixwazin di bajarokê xwe de bimînin.

Çavkaniyan got di lihevkirinê de bendeke veşartî heye ku Îsraîl topbarana li ser baregehên Îranê li Sûriyê kêm bike. Li gorî çavdêran jî ku di nava çend saetan de dibe ku pêk were û destnîşan kir ku astengiya tekane ku her du dîlgirtî red dikin ku ji Sûriyê werin bidûrxistin.

Tê zanîn ku serokê Meclisa Neteweyî ya Îsraîlê Meir Bin Shabat û koordînasyonê karûbarên dîlgirtiyan û windayan Yaron Blum şevê din ji Moskovo vegeriyan Îsraîlê da ku lihevkirinê dewam bikin.

(bx)