Nivîsgeha Parastina Zarokan zarokekî din radestî malbata wî kir

Nivîsgeha Parastina Zarokan a di Nakokiyên Çekdarî de, zarokekekî din radestî malbata wî kir.

Nivîsgeha Parastina Zarokan zarokekî din radestî malbata wî kir
18 sibat, 2021   12:29
 HESEKÊ

Bi beşdariya Hevserokatiya Nivîsgeha Parastina Zarokan di Nakokiyên Çekdarî de, Xalid Cebir û Merwa El-Ebdullah li avahiya nivîsgehê zarokê bi navê E.E. (15) radestî malbatê hate kirin.

Der barê mijarê de Xalid Cebir got: “Li gorî lihevkirina di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de her zarokek ku negihaştiye temenê tevlêbûna hêzên leşkerî, ji hêzên leşkerî tê dûrxistin.”

Cebir destnîşan kir ku ew her tim bi QSD`ê re koordîneyê dikin da ku zarokan ji nava hêzên leşkerî derxin û wiha domand: “QSD di vî warî de bi me re hevkar e.”

Bavê E.E. jî wiha axivî: “Pirsgirêkeke malbatî çêbû, piştre yekser kurê min ji mal derket û tev li hêzên leşkerî bû. Lê piştî damezirandina nivîsgehê, me belgeyên fermî jê re pêşkêş kirin û wan jî zarokê me vegerand.”

Bavê zarok, spasiya QSD’ê û nivîsgehê kir ku zarokê wan vegerandiye.

Ji destpêka vekirina nivîsgehê ve 39 zarok li malbatên wan hatine vegerandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wJYSOwTCvgQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>