PYD`ê şehîd Osman Dadelî bi bîr anî

Partiya Yekitiya Demokratîk şehîd Osman Dadelî bi bîr anî û soza xwe ya şopandina rêya wî nû kir. PYD`ê her wiha kiryarên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk ên li dijî gel şermezar kirin.

PYD`ê şehîd Osman Dadelî bi bîr anî
18 sibat, 2021   11:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 13`emîn a şehadeta Osman Dadelî ku di girtîgehên hikumeta Şamê de bi îşkenceyê hate şehîdkirin, PYD`ê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em di salvegera 13`emîn a şehadeta hevrêyê xwe Osman Silêman (Osman Dadelî) de ne ku ji aliyê saziya ewlekariya siyasî şaxê Helebê ve hatibû girtin û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Hevrê Osman Dadelî kesayeteke welatparêz bû ku ji bo hemû gelan û pêkhateyên ku zilm û zordarî dîtine, tê koşiya. Ji lew re li dijî kiryarên dermirovî, neexlaqî û şovenî yên rejîma Sûriyê dengê têkoşeran bilind bû û bi yekdengî zîhniyetên neteweperest ku mafên gel û pêkhateyan red dikin. Hevrê Osman serkêşê wan têkoşeran bû, wî ji bo edalet, aştî û demokrasiyê li ber xwe da û xwest ku hemû gel di nava jiyaneke, demokrasî û azadiyê de bijîn.

Lê wekî tê zanîn sîstemên desthilatdar ên zordest her tim hemû dengên ji bo azadî, demokrasî û rûmetê diçewisînin. Ji ber wê yekê hevrê Osman Dadelî di 2007`an de li Helebê ji aliyê saziya ewlekariya siyasî ve hate girtin. Osman di 18`ê Sibata 2008`an de ji ber îşkence û paşguhkirinê şehîd bû.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê Osman Dadelî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wî nû dikin."

Her wiha PYD`ê hemû kiryarên rejîma Sûriyê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên wekî binçavkirin, îşkencekirin, kuştina komî û xirabkirina binsaziyê, şermezar kir.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Osman Dadelî di damezirandina Partiya Yekitiya Demokraîk (PYD) li Rojava de roleke mezin lîst û gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû binçavkirin. Dadalî piştî nexweşiyeke giran ku ji ber îşkenceyê pê re çêbûbû, di 18`ê Sibata 2008`an de şehîd bû.

(cx)

ANHA