Daîreya Têkiliyên Derve tawanên aliyên Astanayê red kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Daniya Remedan mixabiniya xwe ji ber daxuyaniya aliyên Astanayê diyar kir û got tawanên veqetînê ku pê tên tawanbarkirin, mohra dewleta Tirk tê de heye.

Daîreya Têkiliyên Derve tawanên aliyên Astanayê red kir
18 sibat, 2021   12:29
 QAMIŞLO – EHMED MIHEMED

3 aliyên Astanayê (dewleta Tirk, Rûsya û Îran) Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parçekirinê tawanbar kir.

Daniya Remedan bersiva daxuyaniya her sê aliyên Astanayê da û tekezî li ser yekitiya xaka Sûriyê kir. Daniya Remedan bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rêya dagirkirina ji sedî 10 ji axa Sûriyê, gef li yekitiya Sûriyê dixwe.

Daniya Remedan wiha axivî: "Mixabin ku daxuyaniyeke bi gotinên neyê fêmkirin ji aliyê dewletên garantor û yên li ser xaka Sûriyê ne, derkeve. Di daxuyaniyê de tawanên ku tu tişt ji wan di rastiyê de tune ye, hene. Em bi hêvî bûn ku daxuyanî destê xwe dayne ser birîna gelê Sûriyê û Sûriyê ber bi aramî, aştî û ewlehiyê ve bibe, ne tawanan bike û parçebûna di navbera gelê Sûriyê de zêdetir bike û aloziyê û şer dirêjtir bike."

Daniya Remedan destnîşan kir ku yekitî û aramiya xaka Sûriyê armanc stratejîk a Rêveberiya Xweser e û hevpeymana civakî ku rêveberî li ser esasê wê hate avakirin, vê yekê tekez dike.

Daniya Remedan wiha domand: "Şerê li dijî terorê û yekkirina ji sedî 30 ji xaka Sûriyê piştî ku komên tundrew ew ji hev qut kiribûn û danûstnadinên bi Şamê re yên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriy re û yekitiya xaka Sûriyê, her wiha diyalogên bi opozîsyona Sûriyê re yên ji bo gihîştina formekê ji bo avakirina pêşeroja Sûriye, ev hemû nîşan didin ku Rêveberiya Xweser xema Sûriyê dixwe.”

Daniya Remedan di dawiyê de wiha got: "Her kes dizane ku tawana li dijî Rêveberiya Xweser ku veqetînê dixwaze, mohra dewleta Tirke tê de heye. Lê ya ku yekitî û serweriya Sûriyê bi rêya dagirkirina bakurê Sûriyê û guhartina demografiyê binpê kir, dewleta Tirk bû."

 (bx)

ANHA