​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
18 sibat, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta "Nexşeya rê" ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Eworpayê kiribû, di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.

(cx)