‘Armanca dewleta Tirk têkbirina berxwedana gelê Efrînê yê li Şehba ye’

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, got dewleta Tirk ji topbarankirina kampên koçberan û gundên sivîlan, hewl dide şêniyan bitirsîne û berxwedana wan têk bibe.

‘Armanca dewleta Tirk têkbirina berxwedana gelê Efrînê yê li Şehba ye’
18 sibat, 2021   11:51
ŞEHBA-CAFER CAFO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezaz ê bakurê rojavayê Helebê, hedefgirtina kampên koçberan û gundên ewle yên li herêma Efrînê didomînin. Duh bi şev bi awayekî hovane bi zêdetirî 13 topan, gundên Til Sûsîn, Til Qirah û dora Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê topbaran kirin.

Her wiha gundên Soxinak, Keştear û Bênê yên navçeya Şêrawayê li Efrînê bi dehan moşekan topbaran kirin.

Koçberên Efrînê diyar dikin ku dewleta Tirk ji topbarankirina herêmê dixwaze şêniyan bitirsîne û berxwedana wan têk bibe. Şêniyên Efrînê piştrast dikin ku heta rizgakirina Efrînê dê li ber xwe bidin.

Şêniyê bi navê Remzî Reşo yê ji şêniyên gundê Kotana yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ku niha li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê dimîne, dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve beriya 2 salan, bi bîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, sûc û hovîtiya xwe didomînin û herêmên ku xwe spartinê, topbaran dikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Şêx Qenber ê ji Efrînê ku niha li Til Qirahê dimîne, destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê her tim Kampa Serdem a ku bi hezaran şêniyên Efrînê hembêz dike, topbaran dike ku piraniya wan zarok, jin û temenmezin in.

Şêniyê bi navê Idrîs Şêxmus da xuyakirin ku dewleta Tirk ji topbarana hovane ya li dijî gundên ewle, armanc dike berxwedana wan têk bibe û wiha domand: “Lê ew nagihêje armanca xwe, şêniyên Efrînê dê dev ji berxwedan û têkoşîna xwe heta ku Efrîna dagirkirî rizgar bibe, bernedin û dê şopdarên rêya şehîdan bin.”

Şêniyan bang li rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin û lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî veke.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y3sphu2t4tU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>