Li bajarekî Îranê erdhej çêbû: 44 kes birîndar bûn

Îro li bajarê Sîsehtê yê başûrê Tehranê bi pileya 5.6 erd hejiya. Di encamê de herî kêm 44 kes birîndar bûn.

Li bajarekî Îranê erdhej çêbû: 44 kes birîndar bûn
18 sibat, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Sîsehtê ku bi 500 kîlometreyî li başûrê paytext Tehranê ye, bi pieya 5.6 erd hejiya.

Sîseht qadeke çandinî ye û nêzî 6 hezar kes lê dimînin.

Li gorî medya Îranê, di erdhejê de 44 kes birîndar bûn. Têkildarî xisara madî hîna agahî bi dest neketine.

Îran li ser xeta sîsmîk e, ku her roj erd lê diheje.

Di Mijdara 2017'an de li wîlayeta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 7.3 pileyî erd hejiya bû, 620 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala 2003'an jî li eyaleta Kermanê ya li başûr rojhilat bi pileya 6.6 pileyî erd hejiya bû, bajarê kevnar Bam hilweşandibû û herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî di sala 1990'î de li bakurê welêt bi asta 7.4 pileyî qewimî bû. Dİ encamê de 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, nêzî nîv milyon mirov bêmal mabûn.

(cx)