Netanyahu bi Biden re axivî

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û serokê DYA’yê Joe Biden li ser domandina peymanên aştiyê li Rojhilata Navîn û gefên Îranê yên herêmî, gotûbêj kirin.

Netanyahu bi Biden re axivî
18 sibat, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku Netanyahu bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden re bi telefonê axivî.

Her du aliyan destnîşan kir ku hewl didin ku hevkariyê xurt bikin da ku hevalbendiya Îsraîl û DYA’yê  xurttir bikin.

Li gorî daxuyaniyê, Netanyahu û Biden li ser domandina peymanên aştiyê û gefên Îranê, gotûbêj kiriye.

(dx)