Hêzên hikumeta Şamê careke din “herêmên bêçek” topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê hemwextî firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmana herêmê, careke din gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din “herêmên bêçek” topbaran kirin
18 sibat, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê îro deverên li Kensafra, Fitîra, Sifuhin, Filêfil, Riwêhe, Bînîn, dora Bare yên gundewarên başûrê Idlibê, dora Qilêdîn, Enkawî li deşta El-Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin. Tu agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hemwextî topbaranê, balafirên kefşê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê firîn.

Hêzên hikumeta Şamê duh 7 bajarokên li başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(şx)