‘Di topbarana hikumetê li dijî bajarê Efrînê de 13 kes birîndar bûn’        

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihandin ku di topbarana hikumeta Şamê li dijî navenda bajarê Efrînê de, 13 kes birîndar bûne.

‘Di topbarana hikumetê li dijî bajarê Efrînê de 13 kes birîndar bûn’        
18 sibat, 2021   09:00
 ŞEHBA

Çavkaniyan ji ANHA`yê re eşkere kir ku hêzên hikumetê 5 moşek avêtin, li cihên cuda ên navenda bajarê Efrînê ketin û di encamê de 13 kes birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyan, topek li nêzî Nexweşxaneya Avrîn (dagirkeriya Tirk navê wê kiriye Nexweşxaneya Şîfaa), topek li nêzî navendeke çeteyên Ehrar Şerqiyê ya li kolana Vêlat, yek li rêya otostrad ya rojavayê bajarê ketiye û du top li ser rêya gundê Basûtê ya girêdayî navenda Efrînê ketine.

Çavkaniyan li ser navên kesên birîndar bûne ev agahî dan: “Hesen Misko (51), Umer Mehfûz (33), Bîlal Arif Xezal (30), Enes Xezal, Senaa Xezal, Meya Xezal, Meryem El-Mihemed (20), Hesen Hûriye, Fatima Hûriye, Selah Hûriye, Xedîce Hûriye, Mihemed Hûriye, Fetûm Şihadê.”

(cx)

ANHA