NRLS amadehiya komxebateke têkildarî nakokiyên Kurdan dike

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) amadekariya lidarxistina komxebatekê der barê nakokiyên Kurdan de dike.

NRLS amadehiya komxebateke têkildarî nakokiyên Kurdan dike
18 sibat, 2021   09:53
QAMIŞLO

Komxebata NRLS’ê dê roja şemiyê bê destpêkirin û nakokiyên Kurdan û xetereya li dijî hebûna Kurdan dê bên nîqaşkirin. Di heman demê de dê pêşniyaz û pêşdîtinên girêdayî doza kurdî jî werin kirin.

Siyasetmedar, akademîsyen, dîrokzan û kesayetên ji tevahiya Kurdistanê dê beşdarî komxebatê bibin.

Tê payîn ku di dawiya komxebatê de, NRLS encama nîqaş û pêşniyazan bi daxuyaniyekê eşkere bike.

(kc)

ANHA