Gelê Iraqê li dijî dewleta Tirk dest bi xwepêşandanê kir

Welatiyên Iraqê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li herêmê daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan.

Gelê Iraqê li dijî dewleta Tirk dest bi xwepêşandanê kir
18 sibat, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, piştî nerazîbûn û hêrsa partiyên siyasî, rêxistin û rewşenbîrên Başûr û Iraqê, gelê Ereb jî daket kolanan.

Di van kêliyan de li paytext Bexdayê komek welatiyan li nêzî sefaretxaneya dewleta Tirk kom bûn û nerazîbûn nîşan da.

Welatiyan pankarta “Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar kirin, em êrîşan qebûl nakin” rakirin û dirûşmeyên li dijî Tirkiyeyê berz dikin.

Hêzên ewlekariya Iraqê jî, rêyên derdora sefaretxaneyê girtin û nahêlin tu kes biçe sefaretxaneyê.

Xwepêşandan didome..

(cx)