Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê semînerek li ser sûcên Tirkiyê da

Partiya Sûriya Pêşerojê îro semînerek ji şêniyên navçeya Sirînê re li dar xist, tê de li ser siyasetên dermirovî û planên ku di pêşerojê de di civînên navneteweyî de li dar dikevin nîqaş kir, her wiha di semînerê de li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bênavber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel bêdengiya navneteweyî de hatin nîqaşkirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê semînerek li ser sûcên Tirkiyê da
Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê semînerek li ser sûcên Tirkiyê da
Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê semînerek li ser sûcên Tirkiyê da
Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê semînerek li ser sûcên Tirkiyê da
17 sibat, 2021   16:18
KOBANÊ

Sûsên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel bêdengiya navneteweyî û hikumeta Şamê de berdewam in.

Têkildarî mijarê, Partiya Sûriya Pêşerojê semînerek ji şêniyên bajarokê Sirînê yê Kobanê re bi sernavê "Dagirkeriya Tirk û sûcên bênavber ên çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel qanûna navneteweyî" li dar xist, da ku şêniyan ji siyasetên dermirovî û planênkirinên li dijî wan û pêşeroja wan di civînên navneteweyî de zana bikin.

Girseya şêniyên bajarokê Sirîn û hejmarek ji endamên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn.

/ar/uploads/files/2021/02/17/153653_awas-aly.webp

Endamê Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî û nivîskar Ewas Elî semîner bi rê ve bir.

Ewas Elî semîner bi siyaseta navneteweyî û berê wê ya ber bi hêz, hegamonî û nerêzdariya ji seweriya dewletan re dest pê kir û wiha got: "Serweriya gelek dewletan tê binpêkirin, jê jî Başûrê Kurdistanê û xaka Sûriyê."

Ewas Elî wiha domand: "Destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê ne rewa ye û binpêkirina qanûna navneteweyî ye. Dewleta Tirk di destwerdana li Sûriyê de xwe spart peymana Edenê. Lê heta peymana Edenê jî nahêle bi vî şêweyî destwerdan li xaka Sûriyê bê kirin, baregehên leşkerî bên avakirin û baregehên çeteyan li xaka Sûriyê bên çêkirin, her wiha çete ji dewletên dîtir re mîna Lîbya û Ermenistanê re bên şandin. Ji wê zêdetir jî koçberkirina gelê Sûriyê guhartina demografiyê."

Ewas Elî da zanîn ku ev tevahî binpêkirin jî, bêyî erêkirina hikumeta Şamê tu dewlet nikare pêk bîne. Lê belê hikumeta Şamê dikarî itîrazên xwe li ser pêkanîna sûcan ji NY’ê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re rake. Lê diyar e ku heta hikumeta Şamê jî li ser destwerana dewleta Tirk li herêmên Sûriyê û pêkanîna sûcan li dijî şêniyan, erê kiriye.

Ewas Elî destnîşan kir ku di dema niha de dewleta Tirk a dagirker pişta xwe dide hin penaber û kesên ji şer revîne. Dewleta Tirk wan kesan bi hin pêşkêşkirina alîkarî û bicihbûnê razî dike, tevî ku wê ew ji Heleb û herêmên dîtir ên Sûriyê da koçberkirin. Dewleta Tirk vê yekê ji bo afirandina rewabûna mayîna xwe li hin herêmên dagirkirî pêk bîne, ku desthilatiya Osmanî vegerîne herêmê.

Ewas wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev sînaryo li hin herêmên Sûriyê jî dubare dibe, anku li herêmên di bin serweriya tevgerên Îranê de, armanca Îranê vejandina împratoriya Farisî ye. Li Helebê, hin tax digel bêdengiya navneteweyî bûne yên Îranê. Dewleta Tirk a dagirker jî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê zanîngehan ava dike, nasnameyên tirkî dide şêniyan û siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Lê di gel van rewşan de divê civaka navneteweyî hêzeke navneteweyî ava bike, da ku wan dewletan ji xaka Sûriyê bi derxe û sûcên li dijî gelê Sûriyê rawestîne."

(fr)

ANHA