Wezîrên DYA û Ewropayê dê dosyaya Îranê û ewlekariya Rojhilata Navîn nîqaş bikin

Îro li Fransayê civîneke amerîkî-ewropî ji bo nîqaşkirina dosyaya nukleerî ya Îranê û ewlekariya herêmê li Rojhilata Navîn, tê lidarxistin.

Wezîrên DYA û Ewropayê dê dosyaya Îranê û ewlekariya Rojhilata Navîn nîqaş bikin
18 sibat, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken bi wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, yê Brîtanyayê Dominic Rap û yê Almanyayê Heiko Maas re dosyaya nukleerî ya Îranê, dê nîqaş bikin.

Le Drian li Parîsê Maas û Rap pêşwazî kirin û bi rêya online dê wezîrê DYA’yê tev li civînê bibe. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê ku nîqaşa wan dê bi awayekî sereke girêdayî Îran û ewlekariya herêmî li Rojhilata Navîn be.

Her wiha Blinken tekez kir ku di dema niha de rêya dîplomasiyê re vekirî ye.

(bx)