DAIŞ`ê li Iraqê êrişî Heşd Şebî kir

Çeteyên DAIŞ`ê li navçeya Xaneqîn a Diyale êrişî Lîwaya 28`an a Heşd Şebî kirin. Di êrişê de 3 çekdarên Heşd Şebî hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

DAIŞ`ê li Iraqê êrişî Heşd Şebî kir
18 sibat, 2021   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din li gundê Deke Hacî Îbrahîm ê li rojavayê navçeya Xaneqîn a Diyaleyê çeteyên DAIŞ’ê êrişî Heşd Şebî kirin û di navbera wan de şer rû da.

Li gorî berpirsê Parastina Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê Telhet Refhet, di şer de 3 çekdarên Heşd Şebî hatine kuştin û 4 birîndar birîndar bûne.

Çavkanî: Rojnews

(cx)