​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê

Navenda Jiyan a COVID-19 dest bi pêşwaziya nexweşên bi vîrusa Koronayê ketine, kir da ku werin dermankirin.

​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
​​​​​​​Navenda Jiyan a COVID-19 mezintirîn navenda tendirustiyê
18 sibat, 2021   07:34
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Di çarçoveya tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gitine de, li gelek herêman navendên tundiristiyê hatin vekirin û gelek tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê girtin.

Bi armanca xweparastina ji vîrusa Koronayê desteyê piştî amadekariya ku zêdetirî 5 mehan dirêj kir, di 20`ê Kanûna 2020`an de bi navê Navenda Jiyan a COVID-19 li  bajarê Qamişlo navendek vekir û dest bi pêşwaziya nexweşan kir.

Navend bi mezinbûn û bi guncawabûna şert û mercên dermankirina vîrusê tê naskirin, gelek alavên tenduristiyê lê hene û li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintirîn navend e, ji wê zêdetir navend têra 100 nexweşan dike, lê di halê hazir de 74 text lê hene.

Navend ji 4 qatan û qadekî jêr pêk tê, qatê jêr ji bo destwerdanên lezgîn, pêşwazî û beşa serdanan e û rêveberiyê ye, qatê duyemîn jî ji bo nexweşên mêr in, qata sêyemîn jî ji bo nexweşên jin in û her qatek ji van ji 14 odeyan pêk tê û xwedî du beş in, yek ji bo kesên biguman e û yek jî ji bo pêketiyên vîrusê ye, odeya baldariyê jî 6 text û 6 menfes lê hene. Ger rewşa nexweş tevlihev bibe yekser wan radikin vê odeyê.

Qatê sêyem jî dermanxane lê heye û dermanên antîvîrus lê hene, odeyên taybet jî ji alavên xweparastina ji vîrusê pêk tê, ew jî lepik, mask, cilên xweparastinê û madeyên din in, li odeya taybet jî alava radyolojiyê lê heye û 3 pîşekar lê hene, li qata çaran jî taqîgeh lê hene û 10 karmand çavdêriya wê dikin.

Li navendê 15 menfes, du alavên zextên bikehrebê, du alavên teşxîsa dil, alaveke taybet bi îka zik, 3 alavên section an jî wekî tê naskirin alava kişandinê ku ji bo boriyên hewayê ji gemara heyî paqij bike û nexweş bikaribe bêhnê bistîne, hene.

Li navendê 4 bijîşkên pispor dixebitin û her ji 8 saetan yek ji wan nobetê digire û rewşa nexweşan dişopîne, her wiha 15 hemşîre jî hene û bi awayekî rojane her ji 4 saetan yek ji wan nobetê digire, 8 pîşekarên texdîrê jî hene û rojane du ji wan nobetê digirin, 4 hemşîre jî hewcedariyên nexweşan bi cih dikin û 25 karmand li gorî sîstema xwe 24 saetan navendê taqîm dikim.

Ji dema vekirina navendê ya 20`ê meha Kanûna derbasbûyî bû de ketiye xizmetê û bê pere nexweşan derman dike.

(eh)

ANHA