`Trajedî û êşkenceya li zîndanên dewleta Tirk`

Girtiyekî berê di girtîgehên dewleta Tirk de got: “Rêzebûyerên girtinê li Tirkiyê û Bakur Kurdistanê yên bi behaneyên cuda didomin.”

`Trajedî û êşkenceya li zîndanên dewleta Tirk`
18 sibat, 2021   07:54
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan hemleya girtina siyasetmedaran li Tirkiyê bi behaneyên terorê, didomîne. Ev diyar dike ku desthilata Tirkiyê hewl dide dengê rastiyê bê deng bike û azadiya ramanê sînordar bike.

Hîv Salih Hacî 7 sal di girtîgehên Tirkiyê de girtî bû. Der barê sedemên ku ji ber hatiye girtin de ji ANHA`yê re axivî. Hacî piştrast dike ku ji ber ku malbata wî welatparêz e û girêdayî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, ji hêla desthilata Tirkiyê ve tê girtin.

Hîv Salih Hacî ji eyaleta Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ye. Di salên 90`î de, mîna piraniya ciwanên Kurd ji bo peydakirina derfetên kar tevî malbatê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û di bazirganiyê de kar dike.

Hacî sala 2010`an dema serdana Bakurê Kurdistanê dikir, ji hêla desthilata Tirkiyê ve bi hinceta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê girtin.

Têkildarî detayên girtinê Hacî wiha axivî: “Dewleta Tirk şerekî taybet li dijî girtiyan dimeşîne. Ji bo şikandina vîna gelê Kurd di radeya yekemîn de rewşenbîr û siyasetmedaran digire.”

Hacî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya veguhestina girtiyan û qedexekirina hevdîtinên bi malbatan re, fişarê li malbatên girtiyan dike û hewl dide bandorê li derûniya wan bike.

Li gorî vegotina Hacî, ew di 3 girtîgehan de maye, Silivrî li Stenbolê, Kandra li Izmîtê ya herêma Marmarayê- Têkirdag anku Gurlo. Hacî der barê sûcên ku li dijî girtiyan pêk tên wiha got: “Di wê demê de hovantirîn cureyên çewisandinê û zexta derûnî li ser me meşandin. Di girtîgehê de em pê dihesîn ku di hundirê girtîgeheke din de ne. “

‘ÇEWISANDINA GIRTIYÊN SIYASÎ’

Têkildarî mijareke din, Hacî behsa dan û standina nebaş a bi girtiyên siyasî re kir ku li beramberî wan dan û standin bi girtiyên din re yên ku ji ber tawanên bazirganiya madeyên hişbrê hatine girtin, baş in û ew dikarin mafên xwe pêk bînin. Hacî îşaret pê kir ku siyasetên li dijî girtiyan bi gihaştina AKP`ê ji desthilatê re dest pê kirin. Hacî wiha domand: “Av, peywendî û rojname li ser girtiyên siyasî û yên Kurd qedexe kiribûn, lê ji bo bazirganên madeyên hişbirê ne qedexe bû. Şev û roj wek du roj ji cezaya girtiyên edlî tên jimartin. Lê girtiyên siyasî ne wisa ye tenê rojek tê jimartin.”

Di wê demê de Hacî rastî dan û standineke nebaş û zextekî derûnî ji hêla rêveberiya girtîgehê tê.

‘HUCREYÊN TEKEKESÎ JI BO TESFIYEKIRINÊ’

Hîv Salih Hecî destnîşan kir ku desthilata Tirk zextên mezin li ser girtiyan siyasî ferz dike da ku wan neçarî teslîmkariyê bike.

Desthilata Tirk vê rêbazê li ser rêber Abdullah Ocalan jî ferz dike ku di encama komployeke navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an de dîl hat girtin.

‘BERXWEDANA GIRTÎGEHAN’

Li hemberî wan siyasetann, girtî li ber xwe didin û xwedî vîneke azad in mîna ku Hacî diyar dike û dibêje: “Girtiyan, sûcên ku li dijî wan pêk tên, veguherandin berxwedaneke destanî.”

Hacî di dirêjahiya salên ku di girtîgehê de maye, 4 caran tev li çalakiyên gireva birçîbûnê dibe ku çalakiyekê 68 rojan dom kiriye. Hacî destnîşan kir ku bandora berxwedana girtîgehan heye.

Hacî bi bîr xist ku girtiyan, girtîgeh veguherandine akademiyên perwerdeyê da ku li hemberî sûcên desthilata Tirkiyê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: “Berxwedana girtîgehan rêgezeke bingehîn a şoreşa Kurdan e. Berxwedêr dixwazin peyamekê bidin gelê Kurd ku berxwedana xwe berdewam bikin.”

 ‘PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GIRTÎGEHAN DAXWAZA HER GIRTIYEKÎ YE’

Der barê armanca berxwedana girtiyên di girtîgehan de Hacî xuya kir ku girtî dixwazin gelê Kurd ji xewê şiyar be. Ji lew re divê gelê Kurd desteka berxwedana girtiyan bike.

Desthilata Tirkiyê bi heman hincetê û bi hinceta piştgiriya Partiya Gelan a Demokratîk xizmeke Hîv Salih Hacî û zarokên wê girtin.

Her wiha Hacî zelal kir ku ruxmî sûcên li dijî girtiyan tên kirin lê civaka navneteweyî bê deng e û ev yek rê dide desthilata Tirk ku çi dixwaze bike.

‘SÛCÊN LI DIJÎ MALBATÊN GIRTIYAN’

Hacî bal kişand ser sûcên desthilata Tirkiyê yên li dijî malbatên girityan û wiha domand: “Dewleta Tirk sûcên hovane û yên li dijî lihevkirinên navneteweyî li dijî girtiyan pêk tîne. Di serdana malbatan de, rêveberiya girtîgehê malbatên girtiyan tazî dikin û wan kontrol dikin.”

Hîv Salih Hacî di dawiya gotinên xwe de berxwedana destanî ya girtiyan, bi “dîrokî“ wesifand û piştrast kir ku girtî serî ji desthilata Tirkiyê re natewînin. Ruxmî şert û mercên dijwar ên girtîgehan, lê bi ruhekî xurt û moreleke bilind li ber xwe didin.

(şx)

ANHA