`Çima dihêlin televizyonên Tirkan li Başûr bixebitin, lê yên Kurdî qedexe dikin`

Rewşenbîr Laleş Îsmaîl Heybet bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ruxsetê bide Ronahî TV da ku karibe xebata xwe li başûr bike, ji ber ew nûnertiya rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

`Çima dihêlin televizyonên Tirkan li Başûr bixebitin, lê yên Kurdî qedexe dikin`
18 sibat, 2021   07:23
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Rêveberiya Ronahî TV peyameke fermî ji aliyê pêwendîdar ên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê re ji Mijdara 2020`an de şandiye da ku karibe nivîsgeha xwe li Başûrê Kurdistanê veke, lê Asayîşa Hewlerê heta niha erê nekiriye.

Li gorî daxuyaniya ku rêveberiya Ronahî TV li ser malpera xwe ya fermî di 3`yê Sibatê de weşandiye ku Asayîşa Başûrê Kurdistanê Koronavîrus û nelidarxitina civînê wek bihane digire û ev yek kire hincet da ku Ronahî TV li wir nexebite, tevî ku hemû belge û kaxezên pêwîst pêşkêş kirine û ruxset ji alî û saziyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqê girtiye.

Ji bo vê yekê helwest di nava civak, çand û çapemeniya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derket û gotin ev yek binpêkirina azadiya çapemeniyê û astengkirina xebatên saziyên çapemeniyê ye.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo Laleş Îsmaîl Heybet ji ANHA`yê re der barê matmayîbûna wî ji biryarên Başûrê Kurdistanê re yên der heqê çapemeniya azad de axivî. Laleş Îsmaîl got Ronahî TV nûnertiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, dem dema netewa demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan e, ne dema dûrxistin û neqebûlkirina aliyên din e.

Laleş Îsmaîl destnîşan kir ku dezgehên çapemeniya Hewlêrê derfet neda Ronahî TV ku nivîsgeha xwe veke, vê yekê ew hêrs kir û pirsî ku gelo çawa derfet nadin televizyoneke ku çavê şoreşa Rojava li Başûrê Kurdistanê be û di heman demê de televizyon û radyo hene ku tevlîheviyê di navbera gelan de derdixin û karê xwe li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.?

Laleş Îsmaîl peyamek ji kesên ku bi navê gelê kurd diaxivin re şand û wiha axivî: "Hûn ên ku behsa kurdiyatiyê dikin û bang dikin ku ji bo pêşeroja gelê kurd dixebitin, divê hun kiryarên bi vî awayî bisekinînin û azadiyê bidin çapemeniyê."

Laleş Îsmaîl der barê ruxsetkirina televizyonên alîgirên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê dixebitin tevî ku herêmên Kurdistanê topbaran dike û dijminahiya kurdan dike pirs kir û ev tişt got: "Televizyonên girêdayî dewleta Tirk ji hêla aliyên ewlehiya Hewlêrê ve hatine ruxsetkirin çima.? Gelo ji ber hûn ji dewleta Tirk ditirsin, di bin sîwana wan de dixebitin û dixwazin wê razî bikin.?"

Girêdayî azadiya çapemeniyê bi taybet piştî vekirina gelek nivîsgeh û televizyonên girêdayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Îsmaîl Heybet ev nirxandin kir: "Hemû partiyên siyasî ku nûnertiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê dikin û televizyonên wan bi azadî li Rojava dixebitin. Berovajî vê yekê aliyên ewlehiyê li Hewlêrê red dike ku bi rêya Ronahî TV dengê gelê Rojava bigihîne Başûr û Bakurê Kurdistanê."

Laleş Îsmaîl di axaftina xwe de diyar kir ku dijmin dixwaze ku çapemeniyê bike şêwaz û çek, da ku li dijî gelê kurd bi kar bîne û divê partiyên siyasî bibin yek û nakokiyên xwe çareser bikin.

Di dawiyê de Laleş Îsmaîl Heybet bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ruxsetê bide Ronahî TV ku nûnertiya rastiyê dike û çavê şoreşa Rojava ye, şoreşa ku bi saya serketinên gel hate bidestxistin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ghIj0jDTKTg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>