'Dewleta Tirk sûcên şer dike, divê sewqî dadgeha navneteweyî were kirin'

Hiqûqnas Xalid Cebir diyar kir ku li gorî madeyên 6-7 û 8 ên pergala Roma ya bingehîn koçberkirina bi darê zorê dikeve rêza sûcên şer û got: "Divê sûcdarên şer, di serî de dewleta Tirk a dagirker sewqî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî werekirin."

'Dewleta Tirk sûcên şer dike, divê sewqî dadgeha navneteweyî were kirin'
17 sibat, 2021   05:45
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Di demekê de ku Rûsya ya "Garantor" berpirsê agirbesta li herêmê heye, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibin.

Li gorî şopdarên rewşa Sûriyê; siyaseteke veşartî di navbera Rûsya, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de heye ku hewl didin destkeftiyên gelan têk bibin.

Hiqûqnasan destnîşan kirin ku sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî pêk tîne, qanûnên navneteweyî bin pê dikin.

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan di dema şerê çekdarî de hiqûqnas Xalid Cebir got:"Dema ku garantorê rûsî li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker bê deng be, ev yek destekê dide artêşa Tirk ku hîn zêdetir li dijî gelê herêmê sûcan pêk bîne."

Cebir diyar kir ku Rûsya ya Federal yekemîn dewlet bû ku peymanên navneteweyî îmze kiriye, lê bi bêdengiya xwe qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Cebir bal kişand ser peymanên navneteweyî ji aliyê qanûnî ve û der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha axivî: "Êrişên dagirkeriya Tirk bi binpêkirina qanûnan re pêk hatin, li gorî têgeha qanûnî yekemîn û zelaltirîn pênaseya ji dagirkeriya şer re ji peymana Lahay a 1907`an hate ragihandin û di madeya 42`an de hate diyarkirin ku dema di bin desthilata dagirkeriyê de be wekî erdê dewleta dagirkirî tê dîtin."

Xalid Cebir wiha axaftina xwe dewam kir:"Li gorî qanûna navneteweyî mijara guhertina demgorafî di bin navên koçberkirin an valakirin an jî koçberkirina bi darê zorê de dikevin rêza sûcên şer û sûcên qirkirina komî û sûcên dermirovî. Armanca dagirkeriya Tirk demografyaya herêmên dagirkirî yên dirêjahiya xeta sînor biguhere û tev li nexşeya xwe bike."

Cebir da zanîn ku madeyên 6, 7 û 8 ên pergala Roma ya bingehîn ku 17-7-1998`an hate derxistin, îşaret pê kir ku koçberkirina bi darê zorê sûcekî şer e.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên dawî yên li dijî navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê, topbarankirina milkên taybet û yên giştî û veguherandina wan bi baragehên leşkerî,  hiqûqnas Xalid Cebir bi bîr xist ku peymana Cinêvê ya çaremîn, nexasim madeya 53`yan îşaretê pê dike ku nabe ku dewletên dagirker dest biavêjin mal û milkên giştî û taybet û berheman.

Der barê sûcên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîye û hatiye belgekirin de, Xalid Cebir diyar kir ku ev sûc di qanûnên navneteweyî de hatiye diyarkirin û madeya 47`an a peymana Lahay a çaremîn îşaretê bi qedexekirina van sûcan dike û wiha got:"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hesab ji qanûnên navneteweyî û peymanan re nekirin û li pêşberî çavên rêxistinên mafên mirovan ev sûc pêk anîn."

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan di dema şerê çekdarî de hiqûqnas Xalid Cebir di dawiya axaftina xwe bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ceza bikin û sûcadaran, di serî de dewleta Tirk a dagirker sewqî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî da ku adaleta navneteweyî pêk were.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e7X6ujwn2DU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>