Rûspiyên eşîran li dijî planên derxistina fitneyê hişyarî da

Rûspiyên eşîran hişyarî li ser hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fîtneyan bi rêya hin kesan da û piştrast kir ku ew xwefiroş in û li pey pereyan diçin.

Rûspiyên eşîran li dijî planên derxistina fitneyê hişyarî da
17 sibat, 2021   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Bi berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên li dijî erdnîgariya Sûriyê re, hikumeta Şamê siyasetên bidûrxistin û înakirinê didomîne, vebijêrka leşkerî hilbijartiye û hemû hewldan û însiyatîfên çareserkirina alzoiya Sûriyê red dike.

Bi pêngaveke nû ya hikumeta Şamê ya têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hikumeta Şamê hişt ku saziyên wê yên ewlehiyê tevgerên xwe yên şantajî zêde bikin, eşîrên li hemberî hev sor dike û fîtneyan di navbera pêkhateyan de çêdike.

Hikumeta Şamê ya ku desteka xwe ji Rûsya û hêzên herêmê digire bi rêya berpirsên xwe li ser têlên neteweyî û mezhebî dilîze, ew yek jî bi hewldana tevliheviya jiyana hevbeş li herêmê û provokatorkirina eşîrên Ereb li dijî Rêveberiya Xweser e.

‘SIYASETÊN HIKUMETA ŞAMÊ LI PIŞT PERDEYÊ PÊK TÊN’

Ji rûspiyên eşîra Şiêtat a rojhilatê gundewarê Dêrazorê Sabit Hemad El-Îd li ser wan siyasetan axivî û wiha got: "Tu tişt bi navê rejîmê tune ye, tiştê mayî jî tenê şeklî ye û van siyasetan di pişt perdeyên xwe re derbas dike."

Sabit Hemad El-Îd wiha domand: "Bûyerên li herêmê rû didin siyaseteke ji çêkirina Rûsya û Îranê ye. Her du alî rastersat siyaseta li welat û aliyê wê yê leşkerî bi rêve dibin û destdirêjî milkên wê dikin."

Li ser civînên ku hikumeta Şamê bi qaşo nûnerên eşîrên Erebe re li dar dixin de, El-Îd wiha pê de çû: "Kesên tev li civînên ku li Dêrazor, Hesekê û hwd dibin milîsên Îranê û berpirsên milsên girêdayî Rûsyayê ne. Ji ber ku Sûriyê hatiye dagirkirin û hikumeta Şamê ne berpirsê fermanan e. Her wiha kesên tev li wan civînan dibin, xwefiroş in û li pey pereyan diçin."

Çavdêran destnîşan kir ku gurbûna heyî bi erkdarkirina Xesan Xelîl wekî muhafizî Hesekê dest pê kir. Xesan Xelîl di Hezîrana borî de li gorî destûra Esed a Gulanê ya bi jimareya 131 a 2020’an ji bo berpirsê saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat erkdarkirin.

Xesan Xelîl li bejahiya Tertûsê sala 1975'an jidayik bûye, generalekî teqawidbûyî ye û têkiliya xwe ya xurt bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed re heye.

Xesan Xelîl ji 2011’an ve heya 3 salan berpirsê şaxê agahiyan a 255’an dikir, erka şopandina agahiyan a dezgehên çapemeniyê kir, berpirsê piranî dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê bû û kar û barên ol û partiyên siyasî dişopand, navê wî bi gelek sûcên ku li dijî sivîlan pêk hatine hat girêdan, ew yek jî li gorî raporên Human Rights Watch (HRW) ne.

Bi derbasbûna Xesan Xelîl a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, endamên Difaa El-Wetenî  tevliheviyên ewlehiyê li herêmê derxistin. Endamên navborî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişlo û Hesekê armanc kirin û dorpêçek li herêmên Şehbayê ferz kir.

Hikumeta Şamê bi armanca ku siyasetên xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê binixumîne siloganên xwe yên neteweyî yên mîna "Serweriya xaka Sûriyê, berxwedana gel û şerkirina dagirkeriya Amerîkayê" hildan. Di heman demê de , Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi kurdan ve girê da û di kiryarên xwe de şêx û rûspiyên eşîrên Ereb yên girêdayî xwe bi kar anîn.

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ DI SIYASETA XWE DE XWE DISPÊRE DERXISTINA FÎTNEYAN’

Li ser rûdanên li herêmê, rûspiyê êzidî Faris Şemo wiha got: "Ji destpêkê ve hikumeta Şamê bi rêya erebkirina herêmên Kurd, di serî de projeya çembera erebî  siyasestên derxistina fîtneyên li herêmên kurdan  ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî û milkên kurdan ji bo berjewendiyên pêkhateyên dîtir desteser kirin, da ku serweriyê lê bike."

Şemo destnîşan kir ku hikumeta Şamê îro xwe dispêre derxistina fîtneyan di nava pêkhateyan de, da ku jiyana hevbeş, biratiya gelan û aştiya navxweyî têk bibe. Ev yek bi rêya daxuyaniyên qaşo rûspiyên eşîran, lidarxistina civînên bênavber ji wan kesayetan re, tevgerîna kesayetên xwe li herêmê ji bo armanckirina berpirs û hêzên leşkerî pêk tîne.

Li aliyekî din jî hikumeta Şamê îtîraf bi meteryalên Rêveberiya Xweser nake, di vir de xwe dispêre ENKS'ê  ya ku banga vegera li meteryalên hikumetê dike.

Faris Şemo wiha gotina xwe berdewam kir: "Daxwaza vegerandina meteryalên hikumeta Şamê piştî derbasbûna salan li ser perwerdekirina li gorî meteryalên Rêveberiya Xweser re dikeve rêze têkbirina ewlehiya herêmê."

Faris Şemo diyar kir ku mijara meteryalan û sorkirina gel di vê merheleyê de nakevin xizmeta pêkhateyên herêmê, lê belê dikevin xizmeta siyaseta hikumeta Şamê û alîgirên wê. Şamo got: " Divê tevahî gel ji çi pêngava ku pêk were re hişyar be, da ku nekeve xizmeta dijminên herêmê."

Şemo bang li pêkhateyên olî û neteweyî kir ku hevgirtî bin û yekitiya xwe ava bikin û kesayetên ku fîtneyan çêdikin û banga şerê birakujiyê dikin, şermezar bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em derfet nedin hikumeta Şamê û alîgirên wê ku fîtne, şerê mezhebî û eşîrtî pêk bînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WSrbWVaMO8M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>