Dîwanî têkildarî kuştina dîlên tirkan banga şandina komîteyeke lêpirsînê kir

Pisporê Lêkolînên Aştiyê – Çareserkirina şer – London Dr.Azad Dîwanî got: "Sekna bi aliyê dewleta Tirk re bêyî hebûna komîteyeke şopandina rastiyan, tê wateya piştgiriya sûcên rojane ku artêşa Tirk û hêzên wê yên ewlehiyê li dijî gelê Kurd, pêk tîne."

Dîwanî têkildarî kuştina dîlên tirkan banga şandina komîteyeke lêpirsînê kir
17 sibat, 2021   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de bi 40 balafirên şer, helîkopter û balafirên bêmirov êriş li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û raste rast baregeha ku esîrên şer û endamên cîhazê istixbaratên dewleta Tirk tê de bûn ku ji aliyê hêzên HPG`ê de li cih û di demên cûda de hatibûn dîlgirtin, kir hedef.

Di dema bomebebaranê de Fermandariyê HPG`ê bi daxuyaniyekê bang li malbatên esîran kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişa xwe rawestîne, ji ber xeterî li ser esîran çêdikir, lê dewleta Tirk êrişa xwe heta 14`ê Sibatê dewam kir.

Di bomebarana dewleta Tirk de 13 êsîrên şer hatin kuştin. Dewleta Tirk idîa kir ku êsîrên hatibûn girtin hatine kuştin. Lê di dîmenê ku HPG`ê weşand de ne rastiya idîayên wan diyar dibe. Di dîmen de komek leşkerên artêşa Tirk li kêleka şikefta ku esîr têde bûn sekinî ne û têde dengê guleyan tê bihîstin.

'ESÎR NE SIVÎL BÛN'

Di vê der barê de Pisporê Lêkolînên Aştiyê – Çareserkirina şer – London Dr.Azad Dîwanî wiha axivî: "Tebînîniyên min di vê der barê de hene. Ya yekem ku ew êsîrên şer bûn û leşker û hêzên taybet ên bi navê polis û cîhazê elwlehiya leşkerî ya dewleta Tirk bûn."

Azad Dîwanî diyar kir ku ew kes bi temamî leşker in û ne sivîl in, di operasyonên leşkerî dema dixwestin fermandarên PKK'ê bikujin û agahiyên leşkerî bigrin de êsîr hatin girtin û wiha domand: "Di demekê de ku dewleta Tirk êrişî Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) dikir ew kesanan li herêma şer a li Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) hatin kuştin."

'REJÎMA TIRK DRAMA ÇÊDIKE DA KU DESTEKÊ JI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ BIGRE'

Dîwanî tekez kir ku tişta rejîma Tirk a êrişkar propegenda wê dike hemû derw in, da ku dramayekê biafirîne ku bi rêya wê desteka navneteweyî bigre û Tevgera Rizgariya Kurdistanê di şexê PKK`ê de şermezar bike.

Azad Dîwanî destnîşan kir ku heger civaka navneteweyî lêpirsînê di vî alî de bike, derî ji bo şandina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî vekirî  û wiha pê de çû: "Lê sekna bi dewleta Tirk re bêyî hebûna komîteyeke lêpirsînê ev yek destekdayîna dijmin û sûcên rojane ye ku artêşa Tirk û hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk li dijî gelê kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk tînin."

Di dawiyê de Pisporê Lêkolînên Aştiyê – Çareserkirina Şer – London Dr. Azad Dîwanî ev got: "Heger DYA`yê û dewletên rojavayî lêpirsînê der barê kutina êsîrên leşkerî de bike, bawer nakim ku wê astengî hebin."

(bx)

ANHA