Lixwemukirhatina çeteyekî: Berpirsê şaneya me li Hewlêrê ye

DAIŞ`iyek ku li cem QSD`ê girtîye, li xwe mikur hat ku berpirsê şaneya wan li parêzgeha Hewlêrê ya di bin PDK serweriya de ye. Ev yek gelek pirsan têkildarî asta cidiyeta PDK'ê ya di şerê li dijî çeteyan de derdixîne holê.

Lixwemukirhatina çeteyekî: Berpirsê şaneya me li Hewlêrê ye
17 sibat, 2021   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ'ê li baregeha wî ya dawî ya li Baxozê ya Dêrazorê di 23`yê Adara 2019`an de têk birin, çete hewl didin ku şaneyên xwe kom bûn û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.  Lê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonên li djiî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê didomînin.

Hin hêz ji zindîkirina çalakiyên terorî yên çeteyan re dibin alîkar, mînak DAIŞ`ê erdên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur Sûriyê hatine dagirkirin û hin parêzgehên Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine navendên plansaziya êrişên xwe.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên QSD`ê de, bi dehan şêniyên çeteyan hatin girtin û  serçeteyên wan jî hatine girtin, ji wan şaneya Ebû Nimir El-Cihêşî ku di 11`ê Adara 2020`an de hate girtin. Şaneya çete Ebû Nimir El-Cihêşî malbatên çeteyan ji kampa Holê direvand Iraqê.

Di çarçoveya girtina vê şaneyê de qaçaxçiyê ku malbatên çeteyan  ji hundirê kampê direvandin hate girtin, her wiha qaçaxçiyê ku ji çete Sûriyê wan derbasî Iraqê jî dikir hate girtin û navbeykarên di navbera ferdên şaneyan de jî hate girtin. Lê hêzên ewlekariyê negihaştin berpirsê wan, ku li gorî îfadeya çeteyekê berpirsên wan li Başûrê Kudistanê ye.

Ji vê yekê diyar dibe ku li hemberî berpirsekî şaneyeke çeteyan ku bê hesabxwestin li wan bajaran digire, berpirsyartî tuneye, her wiha tu gav ji bo sînordarkirina çalakiyên wê yên qaçaxçtiyê ku li herêmên wan têne kirin nayên avêtin.

Çeteyekî şaneya "Ebû Nimir El-Cihêşî"  eşkere kir ku berpirsê wan li Başûrê Kurdistanê û Mûsilê ya di bin kontrola hikumeta Iraqê de ye.

Şaneya"Ebû Nimir El-Cihêşî" yek ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ye ku malbatên çeteyan ji kampa Holê direvandin Iraqê. Ev şane li gundewarên rojhilatê navçeya Holê ya nêzîkî sînorê Sûriyê-Iraqê hatibû aktîfkirin û ji Mûsilê û paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê dihat birêveberbirin.

Şêneya Ebû Nimir El-Cihêşî ji 6 çeteyan pêk tê, iraqî û sûrî di nav de hene. Berpirsê şaneyê û navbeykar, qaçaxçiyên ji hundirê kampê û qaçaxçiyên ji e Sûriyê û Iraqê û sînorê Iraqê jî hene. Çete Hisên El-Ebdo yê bi navê "Ebû Nimir El-Cihêşî" şaneyê bi rêve dibe.

Li gorî çeteyê bi navê Etaallah Mihemed Xelîfe ku navbykar e, endamên şaneyê ev in: "Serokê şaneyê Hisên El-Ebdo, berpirsê qaçaxçiyên malbatan ji Sûriyê ber bi Iraqê Feysel Îd El-Sûdan ku bi navê Ebû Mişel El-Şemerî tê naskirin û Deham Ewad El-Elî û birayê wî Ebû Salih û qaçaxçî Ebû Xalid El-Şerabî."

Çeteyê navbykar Etaallah Xelîfe bi eslê xwe iraqî ye, navê bavê wî Mihemed e, navê diya wî Hediya Hisên e û temenê wî 22 salin. Etaallah piştî şaneya Ebû Nimir El-Cihêşî hate girtin, di encama operasyoneke QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî de hate girtin.

Têkildarî çarenûsa çeteyên din ên şaneyê jî got, ji bilî berpirsê şaneyê Hisên El-Ebdo û qaçaxçiyê bi navê Deham Ewad El-Elî ku li Hewlêr û Mûsilê ne, hemû endamên şaneyê hatin girtin.

Li gorî çete Etaallah Mihemed Xelîfe yê di navbera berpirsê şaneyê û endamên şaneyê yên li kampê û derveyê wê navbeynkarî dikir, şaneyê zêdetirî 10 kes ji malbatên çeteyan revandine ku piraniya wan zarok û jinên iraqî ne.

Kampa Holê 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye û ji ber ku li cîhanê xetertirîn kamp e û bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê hene ku xwedî fikirên tundrew in, barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir dike.

Li gorî jimariya dawî ya Rêveberiya Kampa Holê heta niha 52 hezar û 51 kes li kampê hene û ew li ser 17 hezar û 110 malbatan belav in. Parvekirina wan wiha ye:

Hejmara iraqiyan: 30 hezar û 706 kes in, di nav  8 hezar û 284 malbatan de ne.

Sûrî: 22 hezar û 380  kes in, di nav 6 hezar û 201 malbatan de ne.

Malbatên DAIŞ'iyên biyanî: 8 hezar û 965 zarok û jin in, di nav 2 hezar û 625 malbatan de ne.

Ji dema ku jin û zarokên DAIŞ`ê di Sibata 2019`an de hatine kampa Holê û şûn ve her çi qasî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê hewldana bidawîkirina pêkanîna sûcan dikin, lê li kampê binpêkirinên ewlehiyê nehatine rawestandin.

Li kampa holê sûcên qetilkirin, îşkencekirin, revandin têne kirin. Her wiha zarok li ser fikirên tundrew têne perwerdekirin. Ev sûc bi êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa  Niştimanî ya Sûrî"  ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên wê yên li dijî herêmê zêdetir bûn.

Li gorî rayedarên ewlehiyê yên li herêmê, binpêkirinên ewlehiyê yên li kampa Holê bi zêdebûna liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re zêdetir dibe, ji wan li gundewarên bajarê Dêrazorê.

Tevî xeteriya vê kampê û bangên ji NY`yê li dewletan ji bo welatiyên xwe yên li kampê werbigirin, lê heta niha tu dewletan tiştek nekirine. Ji van bangan wekîlê Sekretêrê Giştî yê Nivîsgeha NY`yê ya têkoşîna li dijî terorê bû ku Vladimir Ivanovich Voronkov agahdar kir ku zarokan ji wan kampan werbigirin.

QSD'ê roja Sêşemê ragihand ku wê serçeteyên şaneyên ku malbatên DAIŞ'ê  ji kampê Holê direvandin, girtin.

QSD`ê di 7`ê Sibatê de di encama operasyonekê ku li gundewarê Hesekê pêk anîbû de, qaçaxçiyekî ku malbatên çeteyan ji kampa Holê direvandin, girt.

(eh)

ANHA