‘ENKS`ê qonaxa 3`yemîn a danûstandinên yekitiya kurdî asteng dike’

Çavkaniyekî xwedî agahî ji ANHA`yê re ragihand ku ENKS danûstandinên di navbera PYNK û ENKS'ê ya qonaxa sêyemîn asteng dike.

‘ENKS`ê qonaxa 3`yemîn a danûstandinên yekitiya kurdî asteng dike’
16 sibat, 2021   13:10
 NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Ji hefteya borî ve amadekariya lidarxistina gera 3`yemîn a danûstandinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) de dihatin kirin. Danûstandinên di navbera her du aliyan de di çarçoveya însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê ya dawiya 2019`an ji bo yekkirina refa kurdî dabû destpêkirin de, pêk dihatin.

Li gorî daxuyaniyan, dihat payîn ku gera 3`yemîn di hefteya duyem a Sibatê de bihatiba lidarxistin. Lê belê pêk nehat.

Çavkaniyekî xwedî agahî ji ANHA`yê re ragihand ku danûstandinên di navbera ENKS`ê û PYNK`ê de hatine rawestandin û dibe ku gera 3`yemîn di rojên mayî yên vê mehê de pêk neyê.

Heman çavkanî destnîşan kir ku ENKS`ê lidarxistina gera 3`yemîn e ku dihat payîn hefteya borî bihata lidarxistin, asteng dike.

Piştî ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di 31`ê Çileya borî got: “Armanca me serkeftina diyaloga di navbera ENKS`ê û PYNK`ê de ye. Ji erka her kesî ye ku xwe ji bo qonaxa nû ya yekitiyê di rojên pêş de amade bike”, behsa lidarxistina gera nû ya danûstandinan hate kirin.

Dihat payîn ku di qonaxa 3`yemîn de nîqaşên li ser çawaniya beşdarbûna ENKS`ê di Rêveberiya Xweser û saziya leşkerî de, hatibana berdewamkirin.

PYNK û ENKS`ê di 16`ê Hezîrana 2020`an de têkildarî danûstandinên  de gihaştibûn lihevkirinekê.

(cx)

ANHA