Li Dêrazorê du cenaze hatin dîtin

Li berava çemê Firatê yê Dêrazorê du cenaze hatin dîtin, ku nasnameyên wan nehatin naskirin.

Li Dêrazorê du cenaze hatin dîtin
16 sibat, 2021   14:39
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, her du cenaze li beravê çemê Firatê li gundê Cedîde Begara yê rojhilatê Dêrazorê hatin dîtin.

Nasnameyên her du cenazeyan ne diyar in û her du bi guleyan di serî de hatine kuştin.

Cenaze ji nexweşxaneyeke nêzî herêmê re hatin rakirin da ku werin naskirin û radestî malbatên werin kirin.

Şêniyên gundê El-Şehîl ê rojhilatê Dêrazorê seriyê kesekî nenas dîtin, pê re kaxizek hebû ku çeteyên DAIŞ`ê gefan li dijî sivîlan dixwin.

(şx)

ANHA