Îlham Ehmed: Êrişa li dijî Hewlêrê kiryarekî dijminahî ye

Seroka Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed êrişa li dijî Hewlêrê bi kiryarekî dijminahî bi nav kir û got ev êriş cihê şermezariyê ye.

Îlham Ehmed: Êrişa li dijî Hewlêrê kiryarekî dijminahî ye
16 sibat, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar û fermandarên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa li ser paytexta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin ku di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da û 6 din birîndar bûn di nav de amerîkiyek heye.

Der barê mijarê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsand: “Êrişa li dijî Hewlêrê êrişeke dijminahî ye û cihê şermezariyê ye. Ev êriş li dijî ewlehî û istiqrara Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Divê civaka naveteweyî ji bo rawestandina van êrişên dijminahî, zêdetir bixebite û kedê bide. Rehmet li şehîdan be û ji bo birîndaran selametî be."

(şx)