Çeteyên DAIŞ`ê gefên kuştinê li sivîlên Dêrazorê dixwin

Şêniyên bajarokê El-Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê vê sibehê serî kesekî nenas jêkirî dîtin û li bin wê pankertek hebû û tê de gef li şêniyan hatin xwarin.

Çeteyên DAIŞ`ê gefên kuştinê li sivîlên Dêrazorê dixwin
16 sibat, 2021   10:54
DÊRAZORDÊRAZOR

Piştî têkçûna DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê çalak dibin, sivîlan û serokeşîrên Ereban dikujin.

Vê sibehê şêniyên bajarokê El-Şihêl serî kesekî nenas jêkirî dîtin û pê re pankertek hebû û gef li şêniyan hatin xwarin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4`ê Sibatê de li gundewarê Dêrazorê û heta sînorên Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn girtin.

(cx)

ANHA