Danûstandinên Astanayê dest pê kirin, Amerîka beşdar nebû

Li Soçî ya Rûsyayê gera 15`an a danûstandinên Astanayê dest pê kir. Amerîka vexwendinnameya Rûsya ji bo beşdarbûna civînê red kir.

Danûstandinên Astanayê dest pê kirin, Amerîka beşdar nebû
16 sibat, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (sêşemê) li bajarê Soçî yê Rûsya ji bo nîqaşkirina pêşketinên  qaşo di aliyê siyasî, ewlehî û mirovî de li Sûriyê, gera 15`an a danûstandinên Astanayê bi beşdarbûna dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiyê) dest pê kir.

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo dosyaya Sûriyê Alexander Lavrentiev bi civîneke çapemeniyê wiha got: “Me vexwendinname şand ji hevkarên xwe yê amerîkî re da ku beşdarî danûstandinên Astanyê bibin, lê mixabin wan red kir.”

Lavrentiev wiha domand: “Tevî wê jî me amadekariyên lidarxistina vê civînê kirin. Şandeyên ji Tirkiyê û Îranê û şandeyeke opozîsyona Sûriyê û yek din a hikumeta Sûriyê beşdar bûne.”

Lavrentiev destnîşan kir ku şandeyeke navneteweyî ya bi serkêşiya nûnerê taybet ên NY`yî Geir Pedersen gihaştiye Soçî, her wiha şandeyên ji nivîsgeha Komîseriya Bilind a NY`yî ya kar û barên penaberan, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û çavdêrên ji Urdun, Iraq û Lubnanê jî hatine.

Tê payîn ku danûstandin du rojan dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku 14 gerên Astanayê ku dirêjahiya 4 salan de hatin lidarxistin, tu çareserî ji bo gelê Sûriyê bi xwe re neanî. Komîteya destûrê jî di 5 rûniştinên xwe de bê encam bi dawî bû. Binkeftina van civînan ji ber lihevnehatina berjewendiyên aliyên garantor e.

(cx)