Şervanên QSD`ê  komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Şervanên QSD’ê yên kurd, Ereb û turkmen li eniyên Eyn Îsayê ku bi hev re berxwedaniyê dikin, komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got ew şopdarên xeta rêber Abdullah Ocalan in.

Şervanên QSD`ê  komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
16 sibat, 2021   09:47
EYN ÎSA

Şervanên QSD'ê yên li eniyên navçeya Eyn Îsayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan axivîn.

'BÊHIQÛQÎ TÊ MEŞANDIN!'

Şervanê ereb Bozan Eyn Îsa wiha got:" 22 salin rêber Abdullah Ocalan di zindanê de ye. Hêzên navneteweyî qaşo behsa mafên mirovan dikin. Lê belê li ser rêber Abdullah Ocalan bêhiqûqiyek tê meşandin û hiqûq nemaye. Di girtîgehan de mafê her girtiyekî heye ku hevdîtinê bike heye lê di girtîgehan de nahêlin girtî hevdîtinan bi malbatên xwe re pêk bînin. Çima rêber Abdullah Ocalan ji vê yekê mehrûm dikin. Bila hêzên navneteweyî û dewleta Tirk baş bizanibin ku em weke hêzên QSD’ê emê heta dawiyê bi fikrên rêber Abdullah Ocalan li berxwe bidin û parastina xwe bikin."

'DIJMİN NEGÎHIŞT ARMANCA XWE Û BI SER NEKET'

Şervana kurd a bi navê Warşîn Efrîn jî wiha axivî: "Hemû dewletên navneteweyî û bi taybet dewleta Tirk li hev kom bûn û komploya 15’ê Sibatê li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anîn. Armanca wan ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji holê rabikin. Lê belê di rastiyê de dijmin tu caran negihîşt armanca xwe û bi ser neket. Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe, her tim bi me re dijî. Ji bo wê jî em soz didin li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin."

'ME FIKIRÊN XWE, JI RÊBER OCALAN WERGİRTIYE'

Şervanê turkmen Ebûd El-Şiblî di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em dikevin saleke nû ya komploya navneteweyî de ku rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî  dewleta Tirk hate kirin. Em wek şervanên QSD`ê ji pêkhateyên turkmen, me fikirên xwe ji rêber Abdullah Ocalan wergirtiye. Em bi fikirên xwe ve girêdayî ne û her tim dê vê yekê bimeşînin. Emê di eniyan de her tim parastinê bikin.

'FIKIRÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN DI DILÊ ME DE DIJÎ'

Şervanê ereb Kînan Eyn Îsa jî axivî û wiha bilêv kir: "Ev roj ji me û tevahî gelên bindest re rojeke reşe. Em weke şervanên QSD`ê her tim bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin. Dibe ku rêber Abdullah Ocalan dîl hatibe girtin, lê belê tu carî fikirên wî nayên dîl girtin û fikirên wî dilê me de dijî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DhHG51t8bYk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>