Mezlûm Ebdî êrişa li ser Hewlerê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî êrişa li ser bajarê Hewlerê û balafirgeha wê ku duh pêk hat, şermezar kir û destnîşan kir ku armanca êrişê derbkirina aramiya herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Mezlûm Ebdî êrişa li ser Hewlerê şermezar kir
16 sibat, 2021   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bajarê Hewlerê û balafirgehê wê rastî êrişeke bi moşekan hat û di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî di nav de leşkerekî Amerîkayê birîndar bû.

Têkildarî mijarê, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser twitterê peyamek da û ev êriş şermezar kir.

Peyama Ebdî wiha ye:

"Şevê din bajarê Hewlerê û balafirgeha wê rastî êrişeke bi moşekan hat. Em kiryarên bi vî awayî şermezar dikin û armanca wan ku aramiya herêma Başûrê Kurdistanê derb bikin.

Rehmet li şehîdan be û û şîfayê ji birîndarên sivîl û birîndarên hevalbendên me yên Koalîsyona Naventeweyî re dixwazin."

(bx)

ANHA