Şîrovekarê fîlistînî: Erdogan bi destwerdanên derve hundir mijûl dike

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê fîlistînî Nasir Şebat diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dawîn li dijî Başûrê Kurdistanê ji bo armancên cur bi cur bûn.

Şîrovekarê fîlistînî: Erdogan bi destwerdanên derve hundir mijûl dike
16 sibat, 2021   10:30
 NAVENDA NÛÇEYAN-UMER MÛSA

Dewleta Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de êrişî çiyayên Garê yê Başûrê Kurdistanê kir û ji ber bersivên xurt ên Hêzên Parastina Gel (HPG), dewleta Tirk sibeha 14`ê Sibatê xwe paş de vekişand.

Di derbarê van êrişan de nivîskarê siyasî yê fîlistînî Nasir Şebat got, “Êrişên bandorên siyasî yên cur bi cur û gelek girîn bi xwe re anîn. Ji armancên aborî bigire ku pê deweta Tirk dixwaze zirarê bide milk û derfetên Iraqê û heta hevkariya hikumeta Barzanî bi dewleta Tirk re ku  faktorê sereke di vê êirşê de bû.”

Şebat destnîşan kir ku têkiliya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Başûrê Kurdistanê de li ser hesabê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ku li hemberî şerê siyasî û leşkerî yê hikumeta Tirk û hikumeta Barzanî li ber xwe dide.

Şebat bi bîr xist ku hesabên dewleta Tirk di van êrişan de gelek in ji wan; bertekên rêveberiya Amerîkayê nas bike, nexasim ku rêveberiya Amerîkayê nû ye û berjewendiyên wê li Iraqê hene. Di heman demê de nayê zanîn bê ka wê bi çi awayî nêzî dosyaya Iraqê û Tirkiye bibe. Ji lew re ev êriş ji bo naskirina helwesta Amerîkayê bû.

Şebat hin armancên din bi bîr xist û got, "Dewleta Tirk dixwaze xwe wekî dewleteke bi hêz ji dewletên herêmê û cîhanê re nîşan bide anku ku çi bixwaze dikare pêk bîne û dev ji serweriya xwe bernade."

Şebat da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze ji hemû aliyan re di nav de Ewropa û Amerîkayê re bêje ku ew li herêmê hêzeke xurt e.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî diyar kir ku zêdebûna muxalîfên Erdogan li Tirkiyê dibe ku yek ji sedemên pêkanîna êrişan be û wiha domand: “Ji lew re, Erdogan dixwaze bi destwerdanên der li Sûriyê, Iraqê û Deryaya Spî bi rêya serkeftinên ku pêk nehatine, raya hundirîn mijûl bike.”

Nasir Şabat eşkere kir ku şerên dewleta Tirk bi rêya artêşa xwe ya fermî tev lê dibe, ne xizmeta berjewendiyên wê û ne jî xizmeta pêşketina aboriya wê dike.

Nasir Şabat wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo dewleta Tirk tenê rêyek heye. Divê bi cîranên xwe re li hev bike û Kurdan ne wekî kêmnetewekê lê belê wekî parçeyekî gel ku mafê wî jî heye qebûl bike. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî partiya şoreşger a Kurdistanê dê wê wekî hêzekê nîşan nade, ji wê zêdetir wê şerê li herêmê gurtir bike.”

(eh)

ANHA