Mihemed Receb: Projeya Ocalan rêya xelasiya gelan e

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mihemed Receb, diyar kir ku gel xelasiya xwe di projeya Abdullah Ocalan de dît û piştrast kir ku rêber Ocalan ji ber projeya xwe ya li dijî projeya kapîtalîzmê hate hedefgirtin.

Mihemed Receb: Projeya Ocalan rêya xelasiya gelan e
16 sibat, 2021   10:00
DÊRAZORÊ

Rêber Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an di encama komployeke navneteweyî ya ji aliyê îstixabaratên cîhanê ve, hate girtin.

Têkilarî mijarê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Dêrazorê Mihemed Receb wiha got: “Ev salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku piraniya saziyên îstixbarata navneteweyî beşdarî wê bûn û ji sala 1998`an ve ew kiribûn armanc."

‘ŞEREKÎ FIKIRÎ YEꞌ

Receb wiha axaftina xwe berdewam kir: "Wekî gelên din ên herêmê û gelê Sûriyê bi taybet, êriş li ser hebûn û çanda gelê Kurd jî hate kirin. Berxwedana şoreşgerî veguherî berxwedana gel ya li dijî modernîteya kapîtalîst ku bi awayekî mezin beşdarî çalakiya girtina rêber Ocalan bû.”

Recep destnîşan kir ku dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ne tenê dîlgirtina kesekî yan jî  tevgereke berxwedanê ye, lê belê şerê rêxistinên fikirî ye û wiha dewam kir: “Sîstema modernîteya kapîtalîst hewl da bi rêya pêşniyarên xwe sîstema cîhanê kontrol bike.”

Receb bi domdarî got: “Nêrîna felsefîk ya projeya neteweyî û navneteweyî ya ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, gef li kûrahiya projeya modernîteya kapîtalîst xwar. Li ser wî bingehî, bi behaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û çewistandina tevgerên berxwedêr, dewleta Tirk kirin serkêşê vê hedefgirtinê."

ꞌVEJÎNEKE FIKIRÎ Û ŞOREŞEKE FELSEFÎK’

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Receb da xuyakirin ku hedefgirtina rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina projeyekê bû ku hewl dida li dijî projeyên mêtîngeriyê û modernîteya kapîtalîst bisekine.

Receb her wiha da zanîn ku ji dema ku rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin ve, vejîneke fikirî û şoreşeke felsefîk pêk hatiye û diyar kir ku hewldana dûrxistina civakên Rojhilata Navîn ji rastiya vê projeyê hate valaderxistin û aşkerekirin.”

Receb di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi demê re her kesî bawer kir ku projeya rêber Ocalan ne projeyeke neteweyî ye ku tenê rizgarkirina gel ji qirkirinê armanc dike, lê belê projeyeke navneteweyî ya li dijî mêtîngeriyê ye û li dijî sîstema kapîtalîst e."

ꞌME DI PROJEYA ABDULLAH OCALAN DE XELASIYA XWE DÎT’

Receb bi berdewamî destnîşan kir ku ji dema rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin ve, her sal xwepêşandanên li dijî komployê û banga azadkirina rêbertî nû dibin û wiha lê zêde kir: "Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşa ku Sûriyê tê re derbas bûye de ne, me dît ku projeya Abdullah Ocalan benê xelasiyê ye. Projeyeke rastîn û nîştimanî ye hewl dide ji nû ve jiyana aştiyane ya ji bo hemû pêkhateyan li Sûriyê vegerîne û mafên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe bide wan.”

ꞌDÊ PROJEYA ME DEWAM BIKEꞌ

Mihemed Receb bang li rêxistinên civaka navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê bike da ku rêber Abdullah Ocalan serbest berde û ev name da rejîma Tirkiyê: “Heta ku rêberê vê projeyê ne amade be jî dê projeya me dewam bike. Ev proje ji projeya welatekî veguherî projeyeke herêmî û dê bibe projeyeke cîhanî.”

ꞌNE TESEDÛF BÛꞌ

Mihemed Receb diyar kir ku ev qonaxa veguhestinê ne tesedûf bû û got gelên cîhanê têgihîştî ne û asta rastiya vê projeyê nas kirine.

Receb her wiha da zanîn ku heke rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de bimîne jî, dê nikaribin li pêşiya vê projeyê bisekinin û got: “Îsrara me ya berdewamkirina pêkanîna vê projeyê dê zêdetir bibe.”

ꞌJI BAWERIYA ME TÊꞌ

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Receb wiha axaftina xwe domand: "Wekî hemû şoreş û tevger jî heta ku rêberên wan ne amade bin jî, yên bi vê projeyê bawer dikin hene û ji bo temamkirina wê amade ne ku fedekariyan bidin.”

Receb di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng û belavkirina vê projeyê li seranserî Rojhilata Navîn ne xewn e, lê belê ji baweriya wan a bi rastî û dirustbûna vê projeyê tê ku êdî bûye projeyek li ser asta cîhanê.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QeNPMZEIQbs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>