Rojnameyên erebî: Erdogan dixwaze tola têkçûna hêzên xwe li Garê ji hemiyan hilîne

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Îsraîlê li Sûriyê, têkçûna êrişên dagirkeriya Tirk li ser Garê û aloziya Lubnanê kirin.

Rojnameyên erebî: Erdogan dixwaze tola têkçûna hêzên xwe li Garê ji hemiyan hilîne
16 sibat, 2021   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘HEMWEXTÎ BOMBEBARAKIRINA ŞAMÊ, LI COLANÊ TETBÎQATÊN JI NIŞKE VE’

Rojanemya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe ji bo rewşa Sûriyê veqetand û tê de wiha got: “Berbanga duşemê, balafirên Til Ebîbê di ser Colanê re nuqteyên li nêzî Şamê kirin hedef û di encamê de herî kêm 9 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin. Hemwextî wê yekê artêşê li herêma bakur “tetbîqatên ji nişke ve” pêk anî.

Ajansa fermî ya Sûriyê “Sana” jî got, “Di saet 1:18`an ji şeva yekşem-duşemê de, Îsraîlê ji aliyê Colana dagirkirî û El-Celîl ve moşek avêtin û hin nuqte li derdorê bajarê Şamê kirin hedef.”

Medyaya Îsraîlê jî diyar kir ku balafir vê carê di ser Colanê re firiyane û êriş li dijî nuqteyên artêşa Sûriyê ku mîlîsên Îranê bi kar tînin û di serî de Hizbullah û Eniya Rizgariya Colanê (Cebhet Tehrîr Colan) ên li rojava û başûrê Şamê, pêk hatine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku balafirên Îsraîlê depoyên çek û moşekan ên girêdayî Îranê û mîlîsên alîgirên wan, bombebaran kirine û di encamê de herî kêm 9 çekdarên alîgirên Îranê yên ji nasnameyên ne sûrî hatine kuştin.

Roja yekşemê, Îsraîlê dest bi pêkanîna tetbîqatên leşkerî kir ku şêniyên El-Celîl a Îsraîlê, Colana Sûriyê û başûrê Lubnanê jî ferq kirin. Her wiha tevgera balafirên şer û helîkopteran ne asayî bû û dengê teqînan dihat bihîstin.

Îsraîlê sala 2020`an piştrast kiribû ku wan li Sûriyê nêzî 50 cih kirine hedef.

 ‘ERDOGAN ŞERÊ XWE VEDIGUHERÎNE ŞEREKÎ TOPYEKÛN LI DIJÎ KURDAN’

Têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Hikumeta Tirkiyê bûyera kuştina 13 endamên îstixbarata xwe li bakurê Iraqê, veguherand şerekî topyekûn li dijî Kurdan. Di wê çarçoveyê de li dijî wan operasyoneke berfireh ya binçavkirinê dest pê kir. Her wiha behsa rawestandina dayîna nasnameyan ji bo Kurdên ji Sûriyê yên di salên dawîn de tevî bi hezaran welatiyên din ên Sûriyê çûne Tirkiyê, tê kirin.

Heta roja duşemê 718 kesên ji 40 bajarî û di nav de welatiyên Kurd û rêveberên Partiya Gelan a Demokratîk hatine binçavkirin.

Hin derdorên Tirkiyê dûr nabînin ku ji bo tolhilana endamên îstixbaratê û polîsên Tirkiyê, Erdogan fermana êrişên balafiran ên bê ser û ber li dijî herêmên Kurdan bide û di encamê de bi dehan welatiyên Kurd bên kuştin û tirs di nava wan de belav bibe.

Erdogan mijara kuştina endamên Tirk veguherandin şerekî li dijî hemiyan. Li kêleka operasyonên binçavkirina Kurdan û bênasname hiştina wan, Erdogan Amerîka jî bi piştgiriya şervanên Kurd tawanbar kir.

Çavdêr, hêrsa dewleta Tirk ku di daxuyaniyên Erdogan li beramberî Amerîkayê de xuya dibe dispêrin têkçûna wan, ku 13 endamên îstixbaartê û polîsên wan hatin kuştin. Bi wê yekê hêzên Tirkiyê ku medyaya Tirk her tim wan serkeftî nîşan dide, hatin reşkirin.”

‘LUBNAN..BENDEWARIYA BERIYA HILWEŞÎNÊ’

Rojnameya El-Beyan jî di kar û barên Lubnanê de wiha nivîsî: “Li Lubnanê, ji beriya 5 mehan ve tu pêşketin di avakirina hikumetê de çênebûne. Li wê derê ji bilî vîrusa Koronayê tiştekî din çalak nabe.

Gelê Lubnanê di navbera bêheviyê û xemsariyê de ye. Siyasetmedar jî bi şerê desthilatê mijûl dibin. Gel li hemberî rewşa aboriyê ya zehmet li ber xwe dide, êdî rewşa vîrusê jî bi tehluke bûye.”

(cx)