Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê

Şêniyên gundê Deşîşa diyar kir ku dewleta Tirk 2 rojan bê navber dibistanên gund û malên sivîlan topbaran kir. Her wiha dan zanîn ku ger dagirker ji herêmê dernekeve, ewlehiyê pêk nayê.

Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
Şêniyên Deşîşa: Ger dagirker neyên derxistin, ewlehî pêk nayê
16 sibat, 2021   08:19
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Di çarçoveya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gundewarên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê du rojan ser hev rastî topbaraneke hovane hatiye.

Ji ber hedefgirtina gundên Tawîl û Deşîşa yên li başûr rojavayê navçeyê li nêzî rêya M4, ziyanên mezin gihaşt milkên sivîlan û zarokek (6) ji gundê Deşîşa birîndar bû.

Nûçegihanê ajansa me xwe gihandin gund û di derbarê êrişan de nêrîn ji  şêniyan. Şêniyan piştrast kir ku divê dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bibe.

Şêniyê bi navê Ehdullah El-Elî da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî gund kir û zarok, sivîl, sewal û dibistan bê ferq û cudahî jî kirin armanc.

El-Elî wiha domand: “Dewleta Tirk ji gundê Erîşa yê ku dagir kiriye, gundê me topbaran kir. Di encama li ser dibistana gund de, kurê birayê min ê ku li nêzî dibistanê per diçêrand, birîndar bû.”

Her wiha El-Elî got, gund tijî şênî ye, ji ber sûc û topbarana dewleta Tirk, qutbûna av û kehrebeyê zehmetiyan dikişînin û diyar kir ku ew baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker çi dixwaze.

El-Elî tekez kir ku ew dixwazin dewleta Tirk û çeteyên wê ji gundê wan dûr bikevin û ji herêmê derkevin, ji ber ku sûcên wan yên li dijî gelên herêmê nayên qebûlkirin.

Şêniya bi navê Wedha El-Elî jî banga derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê kir.

(şx)

ANHA