Jinên cîhanê: Ocalan ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn baştirîn çareserî ye

Jinên pêşeng ên li cîhanê da zanîn ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokratîkkirina Rojhilata Navîn baştirîn fikir e û bi saya wê dê aştî li Tirkiyê jî pêk were.

Jinên cîhanê: Ocalan ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn baştirîn çareserî ye
16 sibat, 2021   09:40
QAMIŞLO

Di salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, jinên pêşeng ên li cîhanê ji ajansa me re axivîn û behsa Komployê û rola ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gel, Rojhilata Navîn û cîhanê dilîze, kir.

Nivîskar û hûnermenda amerîkî Janet Biehl ji ajansa me re behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji dema ku di 9`ê Cotmeha 1998`an ji Sûriyê derket û heta 15`ê Sibata 1999`an ku dîl hate girtin, kir.

Janet Biehl nivîskar, edîtor û hûnermendeke amerîkî ye, gelek pirtûk û gotarên wê der barê ekolojiyê nivîsandine, edîtoreke serbixwe ya weşangerên pirtûkên li New Yorkê ye û hunermenda grafîkê ye.

DERKETINA JI SÛRIYÊ

Janet Biehl got:"Di payîza 1998`an de Ocalan li Şama paytexta Sûriyê dijiya û 15 salan li wir ma, serokê Partiya Karkerên Kurdistanê bû anku partiya ku hêzên wê yên gerîla ji sala 1984`an ve di nava şerê bi dewleta Tirk re bû."

Janet Biehl  wiha axaftina xwe dewam kir:"Dewleta Tirk xwest Ocalan bi tawana "xiyanetê" dîl bigire û cezaya wê jî darve kirine bû. Di Cotmeha 1998`an ji Şamê xwest ku Ocalan ji me xwe derxe û ger vê yekê pêk neyîne dê gefên leşkerî lê bixwe. Di wê demê de têkiliyên leşkerî û istixbaratê yê DYA`ê bi  dewleta Tirk re hebûn û di Cotmehê de ferman derxist ku Sûriyê li ser daxwaza Tirkiye Ocalan ji Sûriyê derxîne û hikumeta Şamê jî ev yek erê kir. Di 9`ê Cotmehê de Ocalan ji Sûriyê derket û berê xwe da Moskovê."

JI MOSKOVÊ BER BI ROMAYÊ VE ÇÛ Û JI WIR JÎ BER BI SAN PETERS BERG

Janet Biehl ev yek li gotinên xwe zêde kirin:"Li Moskovê Ocalan bi hevalên xwe yên li Rûsyayê û li Ewropa re axivî û di 2`ê Mijdarê de ji Moskovê ber bi Romayê ve çû. Li wir desthilata Îtalyayê ew demekî girt ji ber ku Almanyayê bi tawanên "terorîstê" muzekeriya girtina Ocalan dabû, lê belê ji tirsa protostokirinê tawan sekinand û hikumeta Îtalyayê jî nexwest Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk bike, ji lewra jê xwest ku ji Îtalyayê derkeve û di 16`ê Çileyê de ji  ji Îtalyayê derket û ber bi San Peters Berg ve çû ku li wir li devereke ku li Ewropayê bimîne bigere."

Janet Biehl da zanîn ku hemû rêveberên siyasî û istixbaratên amerîkî yên rêveberiya Bill Clinton alîkariya dewleta Tirk dikirin, ji nêz ve liv û tevgera Abdullah Ocalan dişopandin, dewletên Ewropa hişyar kiribûn ku wî nehewîne û rayedarê amerîkî eşkere gotibû ku ew wekî hikumet hewl dane ku cihê Ocalan nas bikin, dixwaze biçe ku û çawa ew ê wî ji adaletê re bînin? (anku adaleta dewleta Tirk).

ÇÛNA YEWNANISTANÊ Û LI AMSTERDAMÊ QEDEXEYA DAKETINA BALAFIRA WÎ

Nivîskar û hûnermenda amerîkî wiha nirxandinên xwe domand:"Di 30`ê Çileyê de dilxwazekî Kurd balafireke taybet bi dest xist û ji bo Ocalan biçe Athena kar û xebat kir, lê rayedarên Yunanistanê nedixwestin ku li ser erda wan bimîne. Piştî 2 rojan û di yekê Sibatê de Yewnanistanê jê re got ji bo çûyîna Dadgeha Edaletê ya Naventeweyî divê biçe Hollandayê. Abdullah Ocalan di balafirê de bû dema ku desthilata Hollandayê nehişt ku balafir dakeve Amsterdamê. Balafira ku Ocalan têde bû, careke din vegeriya Yewnanistanê, dûvre hikumeta Yewnanistanê li balyozxaneya xwe li Naîrobî rûniştina demkî dayê û di 2`ê Sibatê de Ocalan bi rayedarên Yewnanistanê re çû Naîrobî." 

NAÎROBÎ BERBIJÊREKE XIRAB BÛ

Janet Biehl destnîşan kir ku Naîrobî isbat kir ku ew berbijêreke şaş bû ji ber ku beriya wê bi çend mehan nexasim di Tebaxê de, balyozxaneya Amerîkayê ya li Naîrobîyê ji aliyê El-Qaîdê ve hatibû topbarankirin û 213 kes hatibûn kuştin û di wê demê de zêdetirî sed efserên istixbaratê û ewlehiya amerîkî li bajêr lêpirsîn vekiribûn.

Dema Abdullah Ocalan gihaşt Naîrobî, dest bi çavdêrkirina balyozxaneya Yewnanistanê kirin û dan û standinên wî şopandin. Êdî her tişt ji dewleta Tirk re dihate ragihandin û li ser vê esasî tîmekî hêzên taybet ên Tirk ber bi Naîrobî ve çûn.

DI 15`Ê SIBATÊ DE ABDULLAH OCALAN RADESTÎ DEWLETA TIRK HATE KIRIN

Nivîskar û hunermenda amerîkî di berdewamiya axaftina got:"Piştî 2 hefteyan li balyoznaxeya Yewnanistanê ma, Ocalan agahdar kirin ku divê biçe Amsterdamê, di 15`ê Sibatê de li erebeyekê siwar bû û efserekî ewlehiyê yê kînî diajot, divabû ku ber bi balafirgehê ve biçûna, lê nedizanî ku ajokarê kînî bi tîma dewleta Tirk re dixebite û bi vî awayî ew radestî hêzên taybet ên dewleta Tirk kir, li Stenbolê Abdullah Ocalan hate dadgehkirin û cezayê muebed lê hate birîn."

DEM HATIYE KU AZADIYA XWE BI DEST BIXE

 Janet Biehl diyar kir ku Abdullah Ocalan di girtîgehên yekhucreyê de gelek zehmetî dît, ne tenê bi mehan û salan, lê belê bi deh salan êş kişand, êdî têra xwe zehmetî dît û gelê Kurd wî wekî nûnerên xwe dibînin û wiha domand: "Divê Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe, tişta ku kesên din pêk neanîne, Ocalan pêk  anî û di dawiyê de aşitî li Kurdistanê misoger kir."

KARIANA WESTRHEIM: JI BO AZADIYA OCALAN EM Ê TÊKOŞÎNÊ BERDEWAM BIKIN

Seroka Komîteya Mafên Sivîl a Tirkiye li YE`yê û Mamosteya Zanîngeha Norwêcî Bergen Kariana Westrheim ji ajansê re axivî û got:"15`ê Sibatê salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e ku destên dewleta Tirk, Îsraîl, Kenya, Yewnanistan û dewletên din di vê komployê de hebû û heta roja îro hin pirs hene bê bersiv dimînin."

Kariana Westrheim da zanîn ku tevqahî cîhan li hemberî dîlgirtina Abdullah Ocalan şoq ma, beriya niha nêzîkatiyeke wiha bi tu rayedarên siyasî re nehatiye kirin.

Kariana wiha axaftina xwe dewam kir:"Ev 22 sal in ku birêz Abdullah Ocalan di girtîgeha yekhucreyî de ye, nahêlin parêzer û malbat serdana wî bikin, lê tevî ku rewşa têde dijî dijwar e, lê dîsa jî moralê xwe parastiye, kar û xebatên xwe yên avaker ji bo gelên xwe û ji Rojhilata Navîn jî parastiye."

'BERHEMÊN ABDULLAH OCALAN JI RAMYARÊN SIYASÎ RE BÛ ÎLHAM'

Kariana îşaret bi berhemên Abdullah Ocalan kir û ev nirxand kir:"Abdullah Ocalan jî wekî gelek serokên cîhanê û rewşenbîrên wekî Mandela, der barê sererastkirina madeyan gelek nivîsî û dibe ku fikreya wî ya afrîner di girtîgehê de hîn zêdetir pêş xistibe, ji lewra berhemên rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê wî, lê belê ji bo ramyarên siyasî jî bû îlham."

JI BO ROJHILATA NAVÎN OCALAN BAŞTIRÎN ÇARESERÎ YE

Kariana diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan rêberekî realist e û ji bo gelê xwe pêşengekî mezin e, ji aliyê wê ve birêz Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn baştirîn çareserî ye ku demokratiyê û aştiyê misoger dike û bi saya wî li Tirkiyê jî wê aştî pêk were, her wiha bi rêya dan û standinan re jî peyman werin mohrkirin û li herêmê aramî pêk were.

Profîsora ewropî îşaret bi însiyatîfên ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan hatine kirin û got:"Ji bo azadiya birêz Ocalan gelek însiyatîfên navneteweyî çêbûne û ji wan; Unite the Union in UK ... Peace in Kurdistan …. . Freedom for Abdullah Ocalan e." Ev însiyatîf pir girîng in.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE ERDOGAN

Kariana bal kişand ser siyaseta ku Erdogan li dijî gelê Kurd dimeşîne ku li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e û wiha domand:"Tevî van însiyatîfan û  zextan lê Erdogan siyaseta xwe ya karaset berdewam dike, her wiha di demeke ku Erdogan zehmetiya gelek pirsgirêkan dikişîne civaka navneteweyî bê deng e, di rastiyê ew bê çara ye û di dema hikumê wî de gelek pisgirêk derdikevin. Li aliyekî din jî NY`yê, YE`yê û DAY`yê jî bê deng in û ev jî destekê dide Erdogan, dê rewşa Tirkiye yan Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê neyê guhartin."

'WEKÎ HEVALÊN KURDAN EM Ê JI BO ABDULLAH OCALAN TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'

Di dawiyê de profîsor diyar kir ku ji wan tê xwestin ku careke din bang li DAY`yê, YE`yê, NY`yê û NATO`yê bikin ku der barê ve yekê de bi erka xwe rabin û tevî tirsa li hemû Kurdistanê ku sedema wê jî dewleta Tirk û bêdengiya saziyên navneteweyî ye û wiha dewam kir: "Em wekî alîgirên Kurdan em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan, parastina mafên gelê Kurd, gel û kêmneteweyên li herêmê ku di rastiyê de ew gelek in, têkoşîna xwe berdewam bikin, ew ê tu carî teslîm nebin û her tim hêviya paşerojeke baştir heye."

ELLA GANDHI: OCALAN SERBEST BERDIN

Neviya Mahatma Gandhi Ella behsa fikirê Abdullah Ocalan kir û banga serbestberdana wî kir.

Ella Gandhi li Başûrê Afrîkiyayê çalakgereke aştiyê ye û ji sala 1994`an heta 2004`an wekî Endama Parlamantoya Başûrê Afrîkiyayê xibitî, tev li Partiya Kongreya Niştimanî ya Afrîkiyayê bû (ANC) û di komîteyên parlamantoyê de berpirsa saziyên giştî bû. Her wiha berpirsa komîteya taybet bi ji dayikbûnên alternetîf bû. Ji berhemên wê"Endizyar Gandhi, Salên Başûrê Afrîkiyayê û Nêrîna Gandhi ya ji aştiyê re."

Ella di destpêka axaftina xwe de got:"Di salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan ez vê nameyê ji hemû kesên ku qedir didin karê ku di pêvajoya salan de pê rabûye."

Ella da zanîn ku diyar e ku banga şikandina di navbera hemû zayend û çînan dike ku hiştiye hin kes aliyên din bi kar bînin û tişta ku birêz Abdullah Ocalan digot hîn jî girîngiya wê di şikandina van sînoran de ye û ev jî dihêle ku wekhevî di  nava civakan de çêbibe.

BANGA SERBESTBERDANA ABDULLAH OCALAN

Ella banga serbestberdana birêz Abdullah Ocalan kir û îşaret pê kir ku piştî 22 salan ji tecrîdê û di rewşên dijwar de divê her hikumet di serbestberdana Abdullah Ocalan de bifikir e, di rastiyê de ew hemû ji bo girtiyekî ku temenê wî zêdetirî 70 salî ye xemgîn in.

(eh)

ANHA