Dewleta Tirk a dagirker gundên Babê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên rojhilatê bajarê Babê bi çekên giran topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Babê topbaran dike
15 sibat, 2021   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê gundên El-Bûweyhîc, Cib Mexzûm û Hûtê yê rojhilatê bajarê Babê bi hawan û obusan topbaran dikin.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Sikeriyê 6 top avêtin gundên navborî.

Agahiyên derbarê ziyanan de nehatin bidestxistin.

ANHA