Li kantona Qamişloyê xwepêşadanên li dijî komploya 15'ê Sibatê

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî komploya 15'ê Sibatê daketin qadan û gotin, rêbertî girtîgeh kir dibistana fikir û felsefeya da ku rastiya desthilatdar û pergalên faşîst ên li dijî gelan ji cîhanê re eşkere bike.

Li kantona Qamişloyê xwepêşadanên li dijî komploya 15'ê Sibatê
15 sibat, 2021   15:33
QAMIŞLO

Îro salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Bi vê wesîleyê li seranserî bajar û navçeyên kantona Qamişlo meş hatin lidarxistin û banga azadiya rêbertî hate kirin.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên herêma Koçerat û Berav li deriyê ketina navçeya Dêrikê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Li bajar bi hezaran şênî tev li meşê bûn.

Meş di kolanên bajar de giriya û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan û berxwedana Garê hatin berzkirin. Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan û diruşmeyên "Em komploya 15'ê Sibatê roja qirkirina gelan şeremzar dikin" hatin vekirin.

Meş li qada Şehîd Beyrem a bakurê rojhilatê bajarê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê komînên herêma Dêrikê Medîna Elî û Xorşîd Ehmed axivîn û gotin, fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan ronî da cîhanê, ji ber ku rêbertî ji bo mafên gelên bindest têdikoşe. Her wiha hate diyarkirin ku berxwedana rêbertî di girtîgehê de hemû komployên li dijî gelên herêmê vala derxist.

Hevserokê meclisa herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehman jî wiha got: "Hemû şoreş bi bin ketin piştî ku fermandarên wan hatin tunekirin, lê rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsfeya xwe ji gelên demokratîk re bû minaret."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Garê û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û pankartên "dem dema rizgarkirina rêber Apo ye" hildan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik bi siloganên silavkirina berxwedana Îmraliyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî û li naverasta navçeyê vegerî mêtîngê.

Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl wiha got: "Di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ê ku ji bo avakirina mirovahî, civak û belavkirina demokrasiyê têkoşiya re, 22 sal derbas bûn."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Nesrîn Mihemed berxwedana HPG’ê ya li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê silav kir û wiha got: "Hêzên hegamon komploya xwe ya li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Lê berxwedana li Garê pêk hatiye, bersiveke tund a li dijî hêzên komploger bûn, di serî de jî dewleta Tirk."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan li Îmraliyê bi dawî bû.

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên Çilaxa bi meşeke girseyî Komploya Navnetweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan, derkevin.

Meşvan li qada navendî ya navçeyê kom bûn û piştre tevî hildana panktarên"Na ji bêdengiya navneteweyî re" li kolanên sereke gerîn.

Meşvan li Qada Kerac a bakurê navçeyê rawestîn û piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Yûsif destnîşan kir ku gelek dewlet beşdarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn, da ku vîna gelê Kurd bişikînin û wan ji fikirê demokrat a azad a rêbertî bitirsînin, lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartiyê vê fikirê."

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a herêma Cizîrê Sirûr Şetê axivî ku rêya berxwedanê çareya yekane a sekna li hember dewleta Tirk a dagirker e.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêbertî ya li Îmraliyê û banga serbestberdana rêbertî bi dawî bû.

TIL KOÇER

Li Til Koçerê jî meşek ji pêş çerxeriya başûr a nêzî dibistana Şewaf dest pê kir û li tevahî kolanên navçeyê gerî û li pêş Parka rêber Abdullah Ocalan rawestî.

Di meşê de bi sedan şêniyên Til Koçerê, rûspî û şêxên eşîrên Erebe û partiyên siyasî beşdar bûn, tê de pankartên "Azadî û edalet ji rêber Abdullah Ocalan re, azadiya rêber Ocalan kilîta aştiya li Rojhilata Navîn e" û "Bijî berxwedana Îmraliyê....azadî ji rêber Ocalan re...hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan" hildan.

Dûvre hevserokê PYD’ê ya navçeya Til Koçerê Zahid Mihemed Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em îro di salvegera biêş a 22’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de dijîn. Rêber Ocalan ji bo azadiya gelan di girtîgehê de tê koşî û hîna jî tê dikoşe."

Têkildarî mijarê, endama Kongreya Star Leyla Remedan bêdengiya navneteweyî ya li hember rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina rêça wî da û wiha pê de çû: "Em vê komployê û dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan şermeke mezin li eniya mirovahiyê diwesifînin. Ji ber rêbertî aştî, pêkanîna edalet, wekhevî, azadî û azadkirina bindestan tê dikoşe, nabe ku were dîlgirtin."

TIL BIRAK

Li Til Birakê ya kantona Qamişlo, meşeke girseyî ji pêş çerxeriya firinê ya li naverasta navçeyê ber bi Çerxeriya Şehîdan ve çû û li nêzî Çerxeriya Şehîdan rawestî.

Piştre hevserokê Mecisa navçeya Til Birakê Abduselam Hesanî axivî û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî hêzan kir ku li dora rêberît bicivin, bi fikir û felsefeya wî ve bên girêdan, têkoşîna demokrasiyê parastina rewa bikin. Ji ber ew rêya yekane li hember gelan e, da ku xwe ji qirêjiyên hêzên hegamon û planên wan rizgar bibin.

Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Resel Hesen axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana Garê û şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2f_i7kaJz1A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên Tirbespiyê li pêş avahiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê kom bûn û da ku tev li meşeke girseyî bibin. Meşvanan pankratên"Em komploya 15’ê Sibatê, roja qirkirina gelan şermezar dikin", "Azadiya rêber Apo çareya pirsgirêkên cîhanê ye", "azadî ji rêber Ocalan re" û "Bimire hêzên komploger bijî berxwedana Îmraliyê" hildan.

Meşvan ber bi Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Tirbespiyê ve ketin rê û li wir meş vegerî mêtîngê. Dûvre endamê PYD’ê Diyar Hesen got ew ê têkoşînê heta azadiya rêber Abdullah Ocalan bilind bikin."

Li aliyekî din jî bi navê eşîrên ereb nûnerê eşîra Benî Seba Hisên El-Sada li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan pêk hatiye axivî û got Yewnanistanê pêşwaziya rêbertî nekir û dewletên cîhanê jî ji bo dîlgirtina rêber Ocalan bûn hevkar, lê ev ewlehiya ku ew jiyan dikin, bi saya perspektîfên rêberî ne.

Endama rêveber a Kongreya Star a Tirbespiyê Hediye Şemo axivî û destnîşan kir ku ew di soza xwe ya şopandina rêça rêbertî e berdewam in û dê çalakiyên xwe bidomînin heta ku rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî bi hezaran şênî meşek li dar xist.

Meşa ku  ji pêşiya qada Jina Azad a navçeyê dest pê kir endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, endamên Kongreya Star, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC`ê tevlê bûn.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin û ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve çûn. Di meşê de sloganên"Bijî berxwedana rêber Abdullah Ocalan" hatin berzkirin. Li wir meş veguherî mîtîngê.

Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Amûdê Dilvîn Ehmed axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dilvîn Ehmed serkeftin û berxwedana HPG`ê ya li herêma Garê pîroz kir û destnîşan kir ku hêzên hegemonîk hîn jî planên xwe berdewam dikin, ji ber ku projeya rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ji bo xwe xetere dibîne, ji lew ra her tim hewldana têkbirina wê dike.

Di dawiyê de mîtîngê de sloganên"Na ji komploya navneteweyî re" berz kirin.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek hate lidarxistin.

Meş ji pêşniya navenda Trafîkê dest pê kir û li pêşiya çerxerêya Rêbertî ya li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Endama Kongreya Star Coza El-Hasûd axivî û got:"Dewleta Tirk rêber Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de dîl girt, lê nekarî fikrê rêbertî bigire."

Coza bang lidarxistina çalakiyên li ser asta cîhanê kir û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştre bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîs û Meclisên Bajaran Hevserok Hiyal El-Xiwêr axivî û diyar kir ku gelê herêmê silavê ji rêber Abdullah Ocalan re dişînin ku gelê bindest rizgar kir.

Her  wiha bi navê rûspiyên eşîrên li navçeya Til Hemîsê, rûspiyê eşîra El-Yesar Mihemed El-Mislih axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya civaka navneteweyî ya têkildarî sûcên ku dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî û rêber Abdullah Ocalan pêk tîne şermezar kir.

Di dawiyê de beşdaran sloganên"Na ji dîlgirtina rêber Ocalan re" berz kirin.

(eh/fr)

ANHA