Şêniyên Hesekê: Îmralî bûye dibistaneke demokrasiyê

Bi deh hezaran şêniyên kantona Hesekê Komploya Naveteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kirin ku rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana neteweya demokratîk. Her wiha piştrast kirin ku serkeftina gerîla li Garê, komplo bi bin xist.

15 sibat, 2021   13:42
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi deh hezaran şêniyên kantona Hesekê daketin qadan û çalakiyên cuda bi dirûşma "Azadiya rêber Ocalan kilîta aştiyê ya Rojhilata Navîn e" li dar xistin.

KAMPA WEŞÛKANÎ

Li Kampa Weşûkanî bi hezaran koçberên Serêkaniyê li ber Meclisa Kampê meşiyan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Dem dema azadiya Serok Apo ye” û “Em berxwedana Garê silav dikin” hildan.

Beşdaran di meşê de sloganên Bê Serok jiyan nabe berz kirin. Piştî ku meş rawestî, Endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Nîda El-Salih axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Komplo ne tenê li dijî Serok Apo bû lê belê li dijî projeya neteweya demokratîk e ku tevahiya pêkhateyên herêmê tê de cih girtiye.”

Nîda anî ziman ku komplogeran ji komployê armanc kir ku rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixin û wiha domand: “Lê ji ber girêdana bi rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna fikrê wî, komplo têk çû.”

Nîda di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye dibistana neteweya demokratîk ku ji bo gelan nexşerêya jiyaneke azad û bi rûmet xêz dike.

Nîda serkeftina Hêzên Parastina Gel (HPG) li Garê li herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û got: “Serkeftina wan, komplo têk bir.”

Ji aliyê xwe ve Endamê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed ve Komploya Navneteweyî bi komploya li dijî mirovahiyê û demokratiya li Rojhilata Navîn bi nav kir. 

HESEKÊ

Bi deh hezaran şêniyên Hesekê, rûspiyên êlên Ereb û Kurd li çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer kom bûn û dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Kongreya Star û pankartên “Azadî û edalet ji bo rêber Abdullah Ocalan” hildan.

Meş li ber Parka Serok a li taxa Nasre rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Erebo axivî û got: “Armancên Komploya Navneteweyî gelek in: siyasî û stratejîk in. Her wiha komplogeran armanc kir ku projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn têk bibin.”

Erebo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan armanc dike, şerê li herêmê berdewam bibe û nakokiyên din li Rojhilata Navîn rû bidin.

Her wiha Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Reca Meimo got: “Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî projeya çareseriyê ye. Ew tenê bi aştiyê û belavkirina wê bawer kir. Li cîhanê êdî bûye sembolek ji sembolên azadiyê, zanabûnê û jiyana hevbeş.”

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ku rojane rastî êrişên dagirkeriya Tirk tê, bi hezaran şênî li pêşiya Meclisa Navçeya Til Temirê kom bûn û ji wir dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandêran pankertên bin nivîsên “azadiya rêber Ocalan kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e, azadî û edalet ji bo rêber Abdullah Ocalan” rakirin.

Li çerxerêya Qendîl xwepêşandan veguherî mîtîngê û bi navê hevserokatiya kantona Hesekê Semer El-Abdullah axivî.

Semer diyar kir ku girtina rêber Abdullah Ocalan ji ber wê yekê bû ku rêbertî xwest zilm û zordarî li ser hemû mirovahiyê rabe û banga fikirê neteweya demokratîk kir û wiha domand: “Hikumeta Tirkiyê fikirên Ocalan wekî gefekê li ser siyasetên xwe yên dîktatoriyê û zordestiyê dît.”

Semer daxuyand ku 15`ê Sibatê rojeke reş e di dîroka Rojhilata Navîn de.

Mîtîng bi siloganên azadkirina rêber Abdullah Ocalan û bilindkirina berxwedanê bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Bi hezaran şêniyên navçeyên Şedadê, Erîşa, Mergede û Deşîşa bi xwepêşandaneke girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin. Meclisa Navçeya Şedadê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger xewpêşandan bi rêxistin kir. Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û heta Qada El-Cebisê ya Mezin dewam kir.

Li qadê, Yasmîn El-Hemdo bi navê Kongreya Star a kantona Hesekê wiha axivî: “Di wekî vê rojê de, hêzên împeryal li dijî rêber Abdullah Ocalan li hev kirin û ew girtin.”

Yasmîn diyar kir ku armanca girtina rêbertî derbkirina projeya neteweya demorkatîk û tunekirina nasnameya gelan û azadiya jinan bû, ku îro bi saya rêber Ocalan hemû mafên xwe bi dest xistine.

Endamê rêvber ê PYD`ê şaxê kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, kir.

HOL

Bi sedan şêniyên navçeya Holê û gundên wê jî bi xwepêşandanekê komplo şermezar kirin. Xwepêşandan ji Qada Giştî ya li navçeyê dest pê kir û heta sûka navendî dewam kir. Xwepêşandêran siloganên şermezarkirina komployê berz kirin û pankertên bi nivîsên “azadî û edalet ji bo rêber Ocalan” rakirin.

Hevserokê Meclisa PYD`ê li Holê Xalib Hisên axivî û daxuyand ku armanc ji tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan qutkirina têkiliya di navbera wî û gel de ye.

Hisên destnîşan kir ku armanca komployê her wiha çewisandina fikirê demorkatîk û azad e û bêdengkirina gel e.

Endama Kongreya Star li Holê Emîre Xelef jî wiha got: “Bi berxwedana jinan wê komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêbertî, têk biçe.”

Mîtîng bi siloganên şermezarkirina Komploya Navneteweyî û rakirina tecrîdê bi dawî bû.

(şx-cx)

ANHA