Şêniyên Reqayê: Komployê şaristanî û dîroka Rojhilata Navîn hedef girt

Xwepêşandêrên ji Reqayê ku Komploya Navneteweyî şermezar kirin, destnîşan kir ku komplo ne tenê li ser şexê rêber Ocalan e, lê belê kûrahiya şaristanî û dîrokî ya herêm Rojhilata Navîn dike hedef.

Şêniyên Reqayê: Komployê şaristanî û dîroka Rojhilata Navîn hedef girt
15 sibat, 2021   14:15
REQA

Bi boneya salvegera 22`emîn a komploya 15`ê Sibatê bi hezaran şêniyên Reqayê û gundewarê wê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û xwestin rêber Ocalan bê berdan.

Xwepêşandan ji pêşiya Nexweşxaneya Wetanî dest pê kir û heta çerxerêya Neîm dewam kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên “Dema em ji jiyanê hez dikin em ji welat hez dikin, yê ji welat hez neke ne hêjayî jiyankirinê ye” rakirin.

Li çerxerêya Neîm a li navarasta Reqayê Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan li Reqayê Rîm Salih daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Piştî ku projeya neteweya demorkatîk derket, diyar bû ku ew projeya herî guncaw e û çareseriya tekane ya aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyê ye.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Her kes dizane ku çeteyên DAIŞ`ê li ser hemû welatên cîhanê xeter bûn, kes nikarî nêzîkî wan çeteyan bibûya, tenê pêkhateyên ku xwe dispêrin fikirên rêber Ocalan li hemberî wê zihniyetê şer kirin. Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecurbeyeke serkeftî bû.”

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El-Îsa axivî û Komploya Navneteweyê di salvegera wê ya 22`yan de şermezar kir û bang li sazî û rêxistinên xwecihî, herêmî û navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan a Desteya Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Yekitiya Ewropayê (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku bi lez mudaxele bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Piştre cîgirê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Beriya 22 salan, sûcek bi tevlêbûna gelek dewletên ku qaşo banga demokratiyê û azadiyê dikin, di şexsê rêber Abdullah Ocalan de pêk anî.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi berzkirina sloganan, rêber Abdullah Ocalan silav kir û banga serbestberdana wî kir.

 (cx-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Xqn3QjJJBA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>