Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin

Îro bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya wî kirin.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya Ocalan kirin
15 sibat, 2021   13:12
HELEB

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê meşek lidar xistin.

Şênî li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn.

Meş ji wir ber bi rojhilatê taxa Şêxmeqsûd ve destpê kir. Meş li herêma El-Cibanat a bajarê Helebê veguhertî mitîngê.

Di mitîngê de Hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso û ji rêveberên Hevgirtina Olan a bajarê Helebê Şêx Elî El-Hesen axivîn.

Ayşe Hiso got: "Em hemû dizanin ku di vê rojê de beriya 22 salan xwestin roja me tarî bikin, fikrên rêber Abdullah Ocalan tune bikin, azadiya gelan binpê bikin. Lê firkên rêbertî sînor derbas kir."

Ayşe Hiso wiha domand: "Em hemû dizanin ku hêzên desthilatdar û komploger ku dixwestin tevahî cîhanê têxin bin serweriya xwe de li ser esasê yek netew û qirkirina civaka demokratîk xeterî di projeya rêber Abdullah Ocalan de, dîtin."

Ji rêveberên Hevgirtina Olan a Helebê Şêx Elî El-Hesen jî ev tişt got: "Biratiya gelan, projeya netewa demokratîk û avakirina bingeha Rêveberiya Xweser û QSD`ê ev hemû berhemên firkên rêber Abdullah Ocalan e."

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û banga azadiya wî, hatin berzkirin.

(bx)

ANHA