Li çolistana Sûriyê şer, kuştî û birîndarên hêzên hikûmeta Şamê hene

Li çolistana Sûriyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê, komên alîgirên wê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket û di encama wê de 11 endamên hêzên hikûmetê hatin kuştin û birîndar bûn.

Li çolistana Sûriyê şer, kuştî û birîndarên hêzên hikûmeta Şamê hene
15 sibat, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên çolistana Sûriyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama wê de 11 endamên hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin, her wiha herî kêm 10 endamên din birîndar bûn. Ev yek di nava 24 saetên dawîn de li gundewarên Dêrazorê û Humsê yên çolistanê de, pêk hat.

Navenda çavdêriyê diyar kir ku 6 endamên hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê di şerê li herêma El-Sexna ya rojhilatê Humsê de û 5 jî li herêma çiyayê El-Beşerî yê başûrê bajarê Dêrazorê de, hatin kuştin.

Ji destpêka Adara 2019`an û heta roja îro hezar û 319 endamên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên alîgirên wê yên ji Sûriyê û yên biyanî hatine kuştin ji wan du ji Rûsyayê, 145 ji komên alîgirên wê ji Îranê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku di heman demê de 11 şivan, welatiyek, zarokeke û du mêr di encama êrişên çeteyan li zeviyên gazê û 733 çete jî hatin kuştin.

(bx)