YBŞ: Yê ku Êzidî ji vê qirkirina sedsalê xilas kirin Rêber Apo bû

Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi boneya 22`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan got: "22 salin Rêber Apo bi berxwedaniya xwe a bê nimûne ve ev komplo û hêzên komploger vala derxist. Yê ku Êzidî ji vê qirkirina sedsalê xilas kirin Rêber Apo bû."

YBŞ: Yê ku Êzidî ji vê qirkirina sedsalê xilas kirin Rêber Apo bû
15 sibat, 2021   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo  şermezarkirina 22`emîn salvegera Komploya Naventeweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê hêzên komploger ve hate kirin daxuyaniyek da û têde got ew roj bi roj amade ne dagirkeran têk bibin.

Daxuyaniya YBŞ`ê wiha ye:

"Em 22. sala Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevehî gelên bindest, kêmnetew, ol, bawerî, ziman û gelên azadîxwaz pêk hate de. Bi hemû kîna xwe ve em bi tûndî şermezar dikin. Dîsa tevahî şehîdên ku bi şiara hûn nikarin roja me tarî bikin bune xelekek ji agir bi hemû rêzdariyên xwe ve em bibîr tînîn û bejna xwe li ber têkoşîna wan de di tewînîn.

Tişta ku bi vê komplogeriyê ve xwastin pêk bînîn bi saya têkoşîna Rêber Apo nekarîn pêk bînin, nekarîn bigîhînin armancê. Di roja me ya îro de ev pergal êdî xetimandinek jiyan dike. ji ber ku Rêber Apo li hember her cûre pergala îskencê li berxwe da û bi berxwedanî û têkoşînek bê hempa ve ev pergal vale derxist. Di serî de gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewrupa û tevahî cîhanê bi xwedî derketinekê dîrokî ve li Rêber Apo xwedî derketin. ji bona vê jî bi şêwazê bêpîvan ve êrîşê gelê me dikin, êrîşê nirxê me dikin, êrîşê çand, baweri, ol, ziman, nasname û dîroka me dikin. Sedemê xwe çiye; ji ber ku ev fikrê Serok Apo ku fikrekê azadiyê, jiyanek wekheviyê, mirovahiyê ye û fikrekê demokratîke û na xwazin jîyan bike ye. Di xwazin Rêber Apo û gelan ji hev qût bike. Lê bê gûman ev xeyalê dagirkerî û qirkeriyê ya komplogerî pêk nehat. Ji ber ku ev 22 salin Rêber Apo bi berxwedaniya xwe a bê nimûne ve ev komplo û hêzên komploger vale derxiste. Rêber Apo êdî bû Rêberê gelan.

Me jî weke gelên Şengalê û parazvanên gelê Şengalê bi fikre Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. ji ber ku bi hemû armanca komplogeriyê ve xwastin weke berdewamkirina komployê ve me Êzidiya bi qirkirinekê re derbas bikin, weke nasnameyeke Êzidî li ser rûyê erde nemine û bi her awayî Êzdiyatiyê tûnebikin ve êrişê me kirin. Yê ku em Êzidî ji vê qirkirina sedsalê xilas kirin Rêber Apo bû. Eger ku em weke gelê Êzidî dibêjin em hene, em bi çand, ziman, ol, bawerî û nasnameya xwe li ser axa xwe jiyandikin; eger dijminê mirovahiyê DAİŞ hatibe binxistin bi saya Rêber Apo hat binxistin. Ji bona vê jî înkarkirin nankoriye, bê wijdaniye û bê exlaqiye. Ji ber wê ye jî dewleta Tirk ya dagirker û qirker heyanî niha bi şantaj, şerê teybet, şerê psikolojik û bi tehdit û gefan li ser me gelê Êzidî dixwe û êrişe  civaka Êzidî dike. Em wek gelê Êzidî dibêjin; êdî ew roj ne ew roje ku em ê li hemberî komplogeriyê serî bitewînîn, em li hemberî her cûre êrîşên dijmin amade ne. Êdî gelê Êzidî xistina mijara bazarê ne hêsane, li ser Şengalê hesabên dagirkeriyê kirin ne hêsan e.

Her kî dibe bila bibe, bi armanca dagirkirina Şengalê were êrişe me Êzidiyan û gelên Şengalê bike ewê mehkûmê binkeftinê bibe. Em ji her rojê behtir amade ne ku dagirkeriyê tûne  bikin. Em weke civak û parazvanên wê li benda hatina dijminin. Bila kesek vê civakê bê xwedî nebine, parazvanên vê civakê ku xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo ve bi rêxistin kire, wê di Şengalê de careke din dagirkeriyê binbêxin. Bila kesek pişta xwe bi dewleta Tirk ya faşîst û dagirker re germ neke, ê ku dewleta Tirk ya dagirker bigre pişt xwe û bi xwaze gelê me tehdit bike ewê jî bi dagirkeriyê re tama binkeftinê bigire. Bi hevkariya dijmin re êrişe nirxên civaka me kirin, her roj gef li ser me gelê Êzidî xwarin wê ne hêsan be. Wê dimildest hesab jê werin pirsin. Eger îro hinek kesîmên bê îrade ku xwe teslîmê dijmin kiribe û dibêjin em Kurdin ew bi tû awayî Kurdan temsil nakin ew bibe bibe wê teslîmiyetê temsil bikin. Di dîroka Kurdistanê de wê hertim bi rûreşî werin bi bîranîn.

Ji bona wê jî em dibêjin heyanî desthilatdariya faşist a AKP-MHP bi hefkarên wêre neyên tûnekirin wê tûcarî li herêm û Rojhilata Navîn aramî çênebe, wê azadî pêk neye, wê jiyanek wek hev mûmkûn nebe. Ji bo komplo bi temamî tûne bibe pêwîst e sereke dagirkerî, qirkerî û êrişên dewleta Tirk ji holê were rakirin. Ji bona vê jî pêwîst e dimil dest bi rihê ‘Dem Dema Azadiyê’ ve em vê pergala qirêj ya tecrîdê bişîkînîn, dagirkeriyê û komplogerîyê tûne bikin Rêber Apo azad bikin."