Herêmên “bêçek” careke din têne topbarankirin

Li herêmên “bêçek” di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li gel firîna balafirên Rûsyayê li asîmana herêmê, şer derket.

Herêmên “bêçek” careke din têne topbarankirin
15 sibat, 2021   11:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê, deverên li Fitîra û Filêfil ên li gundewarên başûrê Idlibê û derdora Merend ê li gundewarên rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Li eniya Emîqa ya li Sehil El-Xab hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Odeya Emeliyat El-Fetih El-Mubîn bi çekên giran bi hev ketin. Tu agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên keşfê yên Rûsyayê ji vê sibehê ve li asîmana gundewarên bakur rojavayê Hemayê, çiyayê Zawiye û çiyayê Ekrad ê li bakurê Laziqiye digerin.

Li gorî navendê, hêzên hikumeta Şamê careke din herêmên li gundewarên Hema û Idlibê topbaran kirin.

Her wiha li gundewarên bakurê Idlibê li nêzî sînorên Sûriyê-Tirkiyê jî balafirên keşefê firîn, li gorî pêşbiniyan ew girêdayî koalîsyonê ne.

(şx)