Bazên Tirkiyê bi penç û baskên şikestî ji Garê vegeriyan

Rojnamevan û siyasetmedaran daxuyand ku êrişa dagirkeriya Tirk li ser Garê ku navê “Pençê Baz-2” veguherî operasyona şikandina wî çengî û piştrast kirin ku dema hêza îradeyê bi xwezayê û çiyayên Kurdistanê re dibe yek, çengê bazê tirkî tê şikandin.

Bazên Tirkiyê bi penç û baskên şikestî ji Garê vegeriyan
15 sibat, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê got: “Êrişên dagirkeriya Tirk ên bi navê operasyona ‘Pençê Baz-2’ li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 10`ê Sibatê dest pê kirin, di 14`ê Sibatê de têk çûn û artêşa dagirker şikestî neçarî vekişînê bû.”

KCK`ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker digot ew ê ji nişke ve êriş bike, lê belê ew êvarekê ji nişke ve vekişiya.

‘PENÇÊN BAZÊ ERDOGAN HATIN ŞIKANDIN’

Piştî ku Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku arêtşa Tirk a dagirker ji herêma Garê vekişiyaye, li ser medya civakî gelek helwest derketin.

Rojnamevan Hozan Zûbêr têkçûna artêşa Tirk a dagirker li Garê li ser hesabê xwe yê Facobookê bi hevokekê bi nav kir: “Pençên bazê Erdogan hatin şikandin û mesele bi dawî bû.”

Rojnamevan Mesûd Mihemed jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: “Dema ku hêza îradeyê bi xwezayê û çiyayên Kurdistanê re dibe yek, pençên bazê tirkî tên şikandin û li ber lingên gerîlayên leheng, artêşa Tirk û teknolojiya wî bi ber bayê dikeve.” Mihemed wêneyên gerîlayan jî bi nivîsa xwe re parve kirin.

Siyasetmedar Ferhad Têlo jî li ser Facebooka xwe wiha nivîsî: “Gerîla, Garê û serkeftin diyarî dîlgirtiyê serkfetî yê li Îmraliyê ye. Bimire dijmin.” Her wiha wêneyên şervanên HPG`ê bi nivîsa xwe re belav kirin.

Lêkolîner û pirsorê kar û barên Tirkiyê Xorşîd Dilî jî li ser Facebooka xwe got: “Mesele bi kurtahî ev e; Dibêjin beriya çend rojan Erdogan soza mizgîniyeke mezin da. Mebesta wî ew bû ku dê êsîrên Tirk ên li cem şervanên Kurd li çiyayê Garê rizgar bike...Lê tiştê ku çêbûye, dijberên wî yên di artêşa Tirk de ketin tevgerê û êsîr bombebaran kirin û ew kuştin da ku vê dozê ji Erdogan re bikin têkçûnek. Bi rastî ev derbeyeke mezin bû ji bo Erdogan ku dê di nava gelê Tirkiyê de rezîl û ruswa bibe. Tevî ku dê hewl bide li hemberî wê yekê, êrişeke hovtir li dijî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) pêk bîne.”

(cx)

ANHA