Rêber Ocalan: Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, mehkûmê Komploya Navneteweyî me

Rêber Abdullah Ocalan: Di encama ‘komploya çar mix’ de li girtîgeha girava yek kesî ya Îmraliyê ya li Derya Marmarayê -Goristana Hades- hatim bicihkirin û di çar mixê de li benda mirinê (darvekirinê) hatim hiştin. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.

Rêber Ocalan: Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, mehkûmê Komploya Navneteweyî me
15 sibat, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Komploya Navneteweyî ku 22 sal li dû xwe hişt, me hin peregraf ji paraznameya Rêber Abdullah Ocalan ya `Komploya Navnetewî-Doza Atîna` ku di sala 2003`an li Îmralî nivîsandibû, kom kir.

GÛANTANAMO YA DESTPÊKÊ XISTINE DEWRÊ

Sîstema Îmraliyê ji aliyê sîstem/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê sîstemê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin. Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Gûantanamo ya destpêkê (Proto Gûantanamo) xistine dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA’yê de ye, Îngilîstan û Îsraîlê roleke girîng lîstine. Di revandina min de Gladiyoya NATO’yê, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT a Tirk û îstهxbarata Yenwan hevkarî kirine.

EZ NE MEHKÛMÊ TIRKIYEYÊ ME, EZ MEHKÛMÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ME

Bizmarê destpêkê li Moskowayê hate lêdan; bi serma xiyanetê hesiyam. Bizmarê duyemîn li Romayê hate lêdan; li pêşberî dek û dolabên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmeta xwe berneda. Bizmarê sêyemîn li Atînayê hate lêdan; li pêşberî xiyaneteke dostaniyê ku berê qet nehatiye dîtin, lal bûm, tevizîm! Bizmarê çaremîn li Naîrobiyê hate lêdan; radestî Tirkiyeyê hatim kirin ku bi cezayê îdamê li min digeriya. Di encama ‘komploya çar mix’ de li girtîgeha girava yek kesî ya Îmraliyê ya li Derya Marmarayê -Goristana Hades- hatim bicihkirin û di çar mixê de li benda mirinê (darvekirinê) hatim hiştin. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.

MIN PLANÊN WAN PÛÇ KIR

Bi pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk re ku min li Îmraliyê afirand, min planên wan pûç kir. Cezayê îdamê hate rakirin, lê belê heta mirinê wê min di nava tecrîda giran de li ‘koorîdora mirinê’ ku ji îdamê jî xerabtir e û gav bi gav ber bi mirinê ve dibe, bihatima hiştin. Ev statuya ku hîn jî di nav de têm hiştin, bi pêkanînên tecrîda mutleq didome. Di nava van şert û mercan de jî bi derfetên kêmî serê derziyê, bi rêya parêznameyên xwe min ê modernîteya demokratîk weke alternatîfa sîstem/cîhana modernîteya kapîtalîst a komploger baifiranda û bi vî rengî bibûma bersiv. Bi vî rengî komploya navneteweyî ji aliyê teorîk ve wê bihata teşhîrkirin û pûçkirin. Di pratîkê de jî wê hewldanên min ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk dewam bikira.

Li dijî lîstikên li ser Tirkiye û me tên lîstin, me hewl da xeta hiqûqa demokratîk û feraseta parastina rewa bidin rûniştandin. Ez li ser vê bingehê banga yekîtiyê li Kurdan dikim.

ANHA