Ajansa me rewşa gundekî ku dewleta Tirk kiriye baregeheke leşkerî, şopand

Ajansa me rewşa gundekî li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ku dewleta Tirk kiriye baregeheke leşkerî, şopand.

Ajansa me rewşa gundekî ku dewleta Tirk kiriye baregeheke leşkerî, şopand
15 sibat, 2021   09:11
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ji ber sûc û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” bi hezaran şêniyên gundewarên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, koçber bûn.

Bi bicihbûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li wan gundewaran, mal bi giştî hilweşandin û veguherandin baregeheke leşkerî û odeyên operasyonê di navbera wan û komên çete de, her wiha mal û milkên sivîlan jî talan kirin.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan gundên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, navçeya Til Temir û Zirganê veguherandin baregehên leşkerî.

Ajansa me xwe gihand xetên şer û rewşa gundekî ku artêşa Tirk ew veguherandiye baregeheke leşkerî, şopand.

Gundê hatiye şopandin, gundê El-Ezîziyê yê başûrê rojavayê navçeya Til Temir e û di aliyê rêveberî de girêdayî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye.

Malên gund ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine hilweşandin, satirên axê çêkirine û hêzên dagirker ew gund kiriye baregeheke leşkerî.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku dagirkeran gundê El-Dawidiyê, Bab El-Ferec, Mirêkîz Ermen, Inq El-Hewa, girê gundê El-Amiriye û dibistanên di wan de veguherandine baregehên leşkerî.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HgNO9JpDE_M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>