`Têkoşîna me ya ji bo azadiya rêber Apo berdewam e`

Federasyona Birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê "Roja reş" şermezar kir û got: " Heta em negihêjên azadiya fîzîkî ya rêber Apo wê têkoşîna me berdewam bike. Ji ber ku azadiya fîzîkî a rêber Apo têkçûna mezin a komploya navnetewî ye. "

`Têkoşîna me ya ji bo azadiya rêber Apo berdewam e`
15 sibat, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Federasyonê got: "Em li dijî wê bi hêrs û tola mezin tê bikoşin, da ku xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya rêber Apo.

Daxuyanî wiha ye: "

"Di vê çarçoveyê de em komployê tenê ruswa û şermezar nakin, em li dijî wê bi hêrs û tola mezin tê bikoşin, da ku xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya rêber Apo.

Di serî de di şexsên şehîdên me yên qehreman de ên pêngava “ Tu kes nikare roja me tarî bike ”  wan bi minetetdarî bi bîr tînin û heta serkeftinê meşeleya wan pêxistî dihêlin.

Di serî de em komploya navnetewî ya ku gelê Kurd û dostên wê weke "Roja reş" bi nav dike ruswa û şermezar dikin. Ev komplo ne tenê di şexsê rêber Abullah Ocalan de pêk hatiye, lê di şexsê  gelê Kurd, gelên bindest ên azadiya xwe dixwazin û bi taybetî di keseyeda jinê de ye pêk hatiye, vê yekê di dilê herkesî de êşek daye avakirin.

Ev komplo wek  cînosaît li ser xwe digirin, lê rêbertiya me bi rih û îradeya xwe ev komplo vala derxist. Ev hêzên desthilatdar kurdên pûc dixwazin, lê rêber Apo Kurd kirin xwedî îrade. Em nikarin bêjin ku me bi temamî komploya navnetewî şikandiye, lê em dikarin bidin diyar kirin ku planên komployê yên esasî vala hatine derxistin. Niha jî hêzên desthilat yên ku di pişt perdeyê de bûn bi awayekî eşkere rûyê wan yê reş derketiye holê.

Li ser vê bingehê em wek Federasyona Birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din diyar dikin ku heta em negihêjên azadiya fîzîkî ya rêber Apo wê têkoşîna me berdewam bike. Ji ber ku azadiya fîzîkî a rêber Apo têkçûna mezin a komploya navnetewî ye. Di vê çarçoveyê de em komployê tenê şermezar nakin, em li dijî wê bi hêrs û tola mezin têbikoşin, da ku xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya rêber Apo.

Beriya niha serhildanên kurdan çêbûn lê negihiştin tu encaman, hemû jî bi bin ketin an bi rêya dostên sexte an kurdên xwefiroş. Ger em li dîroka kurdan binêrin em ê bibînin rastiya roja me ya îro kurditîya birûmet û ya xwefiroş bibînin. Ev hemleya ku dagirkeriya Tirk daye ber xwe û bi çav korî tê de dimeşe nahêle pêşiya xwe bibîne, êrişa wê li ser Garê ji komploya li ser rêbertî, ne dûr e. Berî niha hin hêzên Kurd cihên xwe di komployê de girtin û niha jî ji bo êrişan dengê xwe li dijî van êrişan der naxin û rewa dibînin, lê ev tevgera dagirkerî ne tenê li dijî tevgera azadiyê ye, li dijî deskeftiyên gelê Kurd e pêk tîne, mîna li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û li Şehba, komkujiyan li dijî bakurê welat û li her derî ger ku Kurd hebin wê dewleta dagirker êrişî wir bike. Garê û Heftanîn rûmeta gel parsatin. Çawa berî niha hêzên dagirker siwar hatin û peya çûn, li Garê jî peya çûn. Herî dawî girtiyên azadiyê yên ku hemleya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo dest pê kiriye.

Em wek Federasyona Birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hemû hêza xwe tev li vê hemleyê bibin, çawa me berî niha berdêl da, em amade ne canên xwe jî bidin. Em dîsa jî bi tundî hêzên ku beşdarî vê komployê bûne rûswat û şermezar dikin û soza tolhildanê didin."

ANHA