ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-02-2021
15 sibat, 2021   01:30

-Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meş tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevana îtalî Benedetta Argentieri destnîşan kir ku helwesta gel û helwesta aliyên fermî li Ewropayê li hemberî doza rêber Abdullah Ocalan û berdana wî, gelekî ji hev cuda ye û piştrast kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan ku sînorên netewedewletan derbas dike, ji aliyê gelê Ewropayê ve rastî eleqeyeke mezin tê. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Siyasetmedarê êzidî Heyder Êzidxanî got dewleta Tirk dixwaze aloziya xwe ya aborî û pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya operasyonên leşkerî li dijî Şengalê derxe derve û tekez kir ku ew hewl dide hemleyeke qirkirina komî li dijî êzidiyan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê diyar kirin ku armanca êrişên li ser Garê îmhakirina nasnameya kurdî ye û gotin: "Hemû ciwanên kurdî ewladên me ne û beşek ji giyanê me ne dikarin bersiva êrişan bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endama Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd got: "Nêrînên piraniya fîlozofan ne ji bo berjewendiyên gelê tên pêkanîne û ketin xizmeta desthilatdar û dewletê. Lê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ket xizmeta mirovahiyê û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pratîkê de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikên şehîdên Kobanê piştrast kir ku ew piştgiriya berxwedana hêzên gerîla heta dilopa xwînê ya dawî dinkin û serkeftina gerîla ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker pîroz kir û got dê her tim serkeftin para gerîla be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên ji Minbicê û Dêrazorê diyar kir ku bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan bûne pêşeng û îro xwe bi rêxistin dike, pêş dixe û xwe û civaka xwe ji qeyd û  bendên koletiyê rizgar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinwar anku gundê jinan, jinên ji hemû cîhanê hembêz dike, jinên li gund dimînin dibêjin ku ew li gund jiyaneke ewle û tendurist dijîn û avakirina gund berhemê fikirê rêber Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwişka girtiyekî siyasî yê di girtîgeha dewleta Tirk de ye, pêngava greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane dest pê kirin silav kir û piştgiriya xwe nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA