Malbatên şehîdan ên Minbicê komplo û êrişên li ser Garê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên wê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêma Garê û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên Minbicê komplo û êrişên li ser Garê şermezar kirin
14 sibat, 2021   17:53
MINBIC

Daxuyanî li Goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê hate xwendin. Di dema xwendina daxuyaniyê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/02/14/155417_rbya-az-aldyn.webp

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên wê Rebîi Ezedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi nave malbatên şehîdên gerîla û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û Gundewarên wê, em êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî herêma Garê şermezar dikin. Ev êriş hemwextî salvegera komplo li dijî rêberê mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan tên kir. Ew van êrişan dixwazin komploya ku di şexsê rêber Ocalan de ku nûnertiya tevahî gelên têkoşer ji bo azadî, rûmet û demokrasiyê dike, temam bikin.

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk a faşîst a bi nûnertiya rejîma AKP’ê ya dîktator dixwaze fîtneyê di nava gelan de pêk bîne û tires bixe nava dilên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku armancên xwe yên vejandina împratoriya Osmanî li van herêman û herêmên Rojhilata Navîn hêsan bike. Bi wê re jî çeteyên girêdayî xwe dişîne Lîbya, Somal, Yemen û gelek herêmên li herêmê.

Ji Minbicê, bajarê berxwedêr û bajarê şehîdan a ku bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dijî soz didin ku, em bi ciwanên xwe yên li eniyên serbilindî û rûmertê şer dikin re ne. Em wek ciwanên şoreşger û malbatên şehîdên gerîl soz didin rêbertî û gerîlayên li eniyên şer ku em li hember li dijminê faşîst destgirêdayî namînin. Em bi yekitiya gelên xwe û bi fikira rêbertî dê li ser rêça azadî, xeta neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan bimeşin û em ê li beramber berjewendiyên wan bibin mertal. Bi baweriya rêgeza neteweya demokratîk em aşiqê şehadetê ne û li pey hev şehîdan didin, da ku parastina şoreşa rûmetê biparêzin."

Piştre daxuyanî bi diruşmên silavkirina rêber Ocalan û berxwedana gelên azad bi dawî bû.

(fr)

ANHA